Wisa hest dikim ku berî te min qet xewn nedîtibûn. Wekî ku min di cîhaneke tarî û bêdeng de dijiya. Wekî ku berî te tiştê bedew tune bû; hemû tişt tenê berf û baran bûn, û roj qet dernakeve.
Îro jî berf û baran hene, lê li dora min hemû tişt bi kulîlkan hatiye xemilandin. Cîhanek ronak û germ heye. Roja min, heta di şevê de jî, dişewite.
Ev welat berê ji bo jiyanê ne guncan bû, lê piştî ku teketî jiyana min, bû cihê ku mirov dikare tê de bijî û nefesê bistîne. Min fam kir ku ez dikarim xewn bibînim û ji derveyî tarîtiyê jiyanê nas bikim.
Dema ku min te nas kir, min têgihişt ku berî her tiştî tu heyî, yarê min. Bi kêfxweşiya xwe, dengê xwe, kenê xwe, nefesa xwe û bi ruhê xwe yê bedew, tu di dil û jiyana min de her dem heyî.