şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim
di bêrika min de nasnameyek dişibe çêreke negotî aş nabe kela ji nû ve hezkirinê
û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê gelo dibe ku yê mirî ez bim
li êvareke dişibe esrî diponijim
heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê
li deriyê Mêrdîn qîzên biskrihan gûzan belav dikin li jêr hişê min fîke fîka bayê
hemû neqeb şîreta terikandina vî warî dikin
dema qismet belav bû di xew de bûm
min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê....
Mem Ararat