Ez evîndarê wênesazekî
Ku di wêneyên xwe de qêrînê xêz dike
Yek jî helbestvanek kete jiyana
Ku dirok di ristekên xwe de nixumandî
Kesekî fêm
Ka kî ye ew wênesaz
Helbestvan kî ye.
Divê tu dilê xwe paqij bigirî
Tu dê bi hestên biyanî re xwe bernedî
Tu dê bi hêsanî û erzan hez nekî
Heta niha jî zêde hez neke
Tu dê bizanî ku ne mafê te ye
Ji bo wê em hesabên erzan ên dil nekin baş e
Tu dê di nav gel de jî her roj bi şerkirinê
Karê mezinkirinê bidomînî
Di navengên têkiliyên biçûk ên têkoşînê de
Mafê wê bidî wê.
Serkeftin wisa destpê dike
Hate fêmkirin.