Ger dê hebûya me padîşahek
Laîq bidiya Xwedê kulahek
Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahîr vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wi tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet
Ez mame di hîkmeta Xwedê da
Kurmanc di dewleta dinê da!
A ya bi çi wechî mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?
Kurmanc ne pir di bê kemal in
Emma yetîm û bê mecal in,
Fîl cumle ne cahil û nezan in
Belkî sefîl û bê xudan in.