Sed carî mixabin ji bona gewreyên kurdan Bo malé dinê gaca ol û namûsê berdan
Sed carî mixabin ji bona şêxên terîqan
Giş bûne pepûk ketine bin awir û zîqan
Sed carî mixabin ji bona zanayên bê kêr Hinde serî danîn e, Tirko mizgeft kirin dêr
Sed carî mixabin ji bona xortên minewer Çav dan e xulamiya neyaran bûne bê per
Sed carî mixabin ji bona civîna bê deng Diyar e li nik wan ne mane tu şêr û leheng
Sed carî mixabin ji bona axa welatî
Em xapiyan ko me sipart wanê ne kêrhatî
Sed carî şabaş û spasan li kir û derbend
Ko tê de rabûn Birho, Dawid İhsan û Ferzend
Bijîşkê Welêt