Edûlê:
“Ez ne bêrîvanim, ne bêrî me
Bejinziravim, ser bi kofî me,
Ez ne Kîkî me, ne Gêsî me,
Keça Zor Temir Paşayê Milî me,
Ez ji heft bavê xwe de Êzdî me,
Dergistiya siyarê Hesbên
Dewrêşê Evdî me.
Ji xeynî Dewrêş ne liyaqî tu kesî me
Ji wî derbas be, layîqî gora reş û tarî me.