Ew gerdena ripîrût
Ew halhala zîpîzer
Subhanellah
Subhanellah
Ji wan kezîyên ripîreş
Ew çi qaş e, ew çi neqş
Aheng ew e, pîvan ew.
Ew bejna wê mîna çiya
Gerdûn hemû dihejiya
Subhanellah
Subhanellah
Ji wê meşa pezkovîya
Ew çi gav in, ew çi reqs
Xezal ew e, şepal ew.
Subhanellah
Subhanellah
Dildar ez im, evîn ew
Birîn ez im, kewîn ew.
HB
" Mamoste hozan batu