Ser Do

Ser Do
@Ser_Do
Öpüp başıma koyuyorum ÖZGÜRLÜĞÜ, ekmek gibi! Yere atılmış bulunca.. Twitter: @EzdinSerdo
106 okur puanı
Temmuz 2018 tarihinde katıldı
Hin ji we dibêjin: "Kêxweşî ji xemgîniyê mezintir e." Hin jî dibêjin: "Na, xemgînî mezintir e." Lê ez ji we re bibêjim ku ew nikarin ji hev bên veqetandin. Ew bi hev re tên û eger yek ji wan tenê bi te re rûniştibe, bila li bîra te be ku ya din di nav nivînên te de raketiye.
Edebiyatın En Tatlı Eşleşmeleri!
Peki ya sizin favori kitabınız hangi tatlı olurdu?
Û dema sêvekê bi didanên xwe diperçiqînî, di dilê xwe de jê re bibêje: "Tovê te dê di bedena min de şên bibe û bûtikên te yên sibê dê di dilê min de bibişkivin. Û bîna xemla te nefeskişandina min e. Û em ê bi hev re ji hemû demsalan zewq û xweşiyê bibînin."
Dilên xwe bidin hev lê ne ji bo ku her yek ji we li nik xwe biparêze çimkî tenê destê Jiyanê dikare dilê we biparêze. Û bi hev re li ser piyan bin lê dîsa jî ne zêde nêzî hev çimkî stûnên ayîngehê ji hev dûr in û herwiha gûz û dara selwiyê jî li ber sîbera hev şên nabin ..
Ji hev hez bikin lê evînê nekin bend û zincîr. Bihêlin ku zêdetir ew di navbera qeraxên giyanên we de wek deryayek livbar be …
Dema hûn tiştekî bievînin, nebêjin "Yezdan di dilê min de ye" lê çêtir e "Ez di dilê Yezdan de me". Bawer nekin ku hûn ê bikarin rêkêşiya evînê bikin çimkî, eger ew we hêjayî hindê bibîne, ew ê serkêşiya we bike..