Xerîb... bîyanî... belê, merîv divê bibe xerîbekî, li welatê
xerîbiyê bîbe bîyanîkî. Ruh divê ji hîsên nû re veke,
xwe li wan bîgîre û xerîbiyê, biyanîbûnê bijî... bîjî.
Belê, meriv dîvê kêfxweş bibe, meriv divê xemgîr bibe,
meriv divê bikene, meriv divê bigrî... meriv divê her tiştîbike, her tiştî bijî, lê nîvî, lê nîvçe, her dem nîvî, her gav kêm,
her wext qurmiçî..
Hesret... hesreta gulên sor.
Ew gulên sor ku wekî ramûsanekê li ser sîngên evîndaran
bûn. Ew gulên sor ku wekî hêstireke çavan li ser qebr û
gorên qedirgîran hişîn dibûn. Belê, ew gulên sor ku weke
qewl û sondekî hezkirî, weke qewl û sondekî miqedes li
ser dilan bûn..