Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan ! Xweda ronahî ye Maîdyo , em çirûskên wî ! ”
“ Heta mirinê Spîtama , heta mirinê ! ”
Di kirinên me de , di ramanên me de , di xwarinên me de , di ajalên me de , xerabî li her derê ye , ya kawa !..
Di hundirê vê qesrê de , di hundirê me mirovan de , di dilê me de , xerabî li her derê ye , ya kawa!..
" Xweda azadîye Maîdyo . Tu yê bibînî em ê dinyayê ronî bikin Maîdyo ! Em ê neheqî û koletiyê ji holê rakin Maîdyo ! Em ê mija reş û tarî ya ku xizan û hejar fetisandine gişî têk bibin Maîdyo ! Tu yê bibînî delalê min , em ê jiyanê ji koledar û zaliman , ji hesûd û çavbirçiyan , ji gur û keftaran , ji mar û şarmaran rizgar bikin û em ê jiyaneke ronî ava bikin Maîdyo ! Jiyaneke ronî û biriqî û azad û serbilind biqasî Xwedê û agirê wî . Tu yê bibînî delalê min , rojekê dinya wek ava vî çemî û wek ewrên spîboz ên vî ezmanî wê zelal bibe Maidyo ! Lê divê berê em bawer bikin , ger em bawer nekin tarî û xerabî wê dilê me bikuje û bixwe ; ji bîr meke Maîdyo tu dil di tariyê de şîn nabe , mezin nabe . Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan !
Sê tiştên baş hene , ev tişt ramanên
baş , gotinên baş û kirinên baş in . Lê biqasî van tiştên baş tiştekî din ê baş jî heye , ev azadî ye ; di azadiyê de hem ramanên baş , hem gotinên baş û hem jî kirinên baş hene . Ji bo ku mirov bigihêje azadîyê bawerî pêwîst e ; mirov çiqasî xurt û xwedî derfetên pir be jî bêyî baweriyê azadî nayê û nikare bi dest bikeve . Mirovê ku bawer neke azad nabe , her tim kole û hêsîr dimîne .