Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan ! Xweda ronahî ye Maîdyo , em çirûskên wî ! ”
“ Heta mirinê Spîtama , heta mirinê ! ”
Hovîtî û esîltî di êşê de diyar dibe , mirovê ku gava însanekî biêşîne û ji ber ku wî ew êşandiye biêşe esîl e û mirovê ku gava însanekî biêşîne û ji ber ku wî ew êşandiye neêşe hov e .
Bawerî li dinyayê mal û milkê herî mezin e , rastî li dinyayê mal û milkê herî giran e , başî li dinyayê şan û şerefa herî bilind e , azadî li dinyayê hem şan û şeref û hem jî mal û milkê herî mezin û giran û bilind e .
Mirov nêzîkî xerabiyê ne Spîtama , kêfa mirovan ji xerabiyê re tê , meyla mirovan bi ser xerabiye ve ye ; başî zor e , tehde ye , giran e , kes jê bawer nake , her kes jê direve . Mirov ji derewan ( dirûj ) bawer dikin , ji rastiyan ( aşa ) direvin , di derewan de kêf heye û di rastiyan de êş heye , kes naxwaze biêşe , Spîtama . Xerabî û derew xwedî zewq û berjewendî ne , rastî êş û fedakarî ye...
" Xweza ji bo ramanên kesî tehdê li wan nake , ger ramana mirov çi be jî xweza jê re hurmetkar e , lê mirov ji dar û keviran jî xerabtir in , ji ber ku ramanên min ne wek ên wan in tehde û zextê li min dikin . "