Xweza

Xweza
@Serhat0470
Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan ! Xweda ronahî ye Maîdyo , em çirûskên wî ! ” “ Heta mirinê Spîtama , heta mirinê ! ”
Üniversite - Zaningeh
Mardin
66 okur puanı
Temmuz 2020 tarihinde katıldı
" Xêr e li van çiya û çolan tu li çi digeri , rêwiyo ? " Spîtama : " Ez li başî û azadiyê digerim . Ez qasidê yekî me , ez ji bo peyama wî bigihînim cî digerim ? " " Tu qasidê kê yî ? " " Ê Ahûra Mazda . " " Min qet nebihîstiye , ew jî wek me bazirgan e yan tişteki din e ? " " Na , ew Xweda ye . " " Îja Xweda , jixwe xwedayên me pir in , îcar ev ji kû derket ? " "Na , ji vî Xwedayî pê ve tu Xweda nîn in . "
Sayfa 44·Kitabı okudu
Ne Kadar Kitap Kurdusun?
0-30p: Kontrollü okuyucu 📖 40-70p: Hafif bağımlı 👀 80p+: Geçmiş olsun, kitaplar seni ele geçirmiş 😅
Min ji stranan hez kir , min xwest ku mirov ji min re bistrên , lê mirovan her tim ji dêvla stranan derew kirin . Min ji kulîlkan hez kir , ji bo ku mirov min his bikin min xwe kir bêhn û bera hundirê wan da , lê kulîlk nehatin bêhnkirin , hatin rakirin . Min xwest ku mirov azad bin û ji bo azadiyê bijîn , lê mirov bûn kole û ji bo koletiyê jiyan , her kesî her kes dikir xulam . Min xwest ku evîndarî hebe , mirov hem ji min û hem jî ji hev hez bikin , lê wan hem ji min û hem jî ji hev nefret kir . Min xwest ku mirov bawermend bin û hem ji min û hem jî ji hev bawer bin , lê ji bilî yekî ne wan ji min bawer kir û ne jî ji hev , ev yek Spîtama bû ; xwediyê xwezayê , hevalê avê , destbirakê axê , evîndarê hemû tariş û ajalên çiya û çolê...
Sayfa 43·Kitabı okudu
" Azadî , Maîdyo azadî girîng e , dînê me û şerê me ji bo azadiyê ye . Armanca me ya ji xweza û Xwedê , azadî ye . Xweda azadî ye , divê em li cem wî û di eniya wî de li hemberî dîlîtî û koletiyê şer bikin , li ber xwe bidin . Xweda dixwaze em azad bin Maîdyo . Tu tişt biqasî azadiyê ji Xwedê re ne girîng e . Îbadeta herî mezin a ji Xwedê re azadî ye . "
Sayfa 42·Kitabı okudu
" Berê ez ji mirinê ditirsiyam , lê gava ez pê hisiyam ku mirin gihîştina te ye , îcar min bêriya mirinê kir ; min tu carî texmin nedikir mirina ku ziravê min jê diqetiya , min ê rojekê bêriya wê bikira .
Sayfa 26·Kitabı okudu
Lênerîna tarîyê bêhna wî çikandibû , deste xwe bi şûnde kişand û berfa ku ketibû kefa destê wî , bir devê xwe xwar , hundirê wî hinekî hênik bû , li kezeba tarîtiyê nêrî û got : " Tarîtiyê , berfa spî jî di nav de hemû tişt daqurtandiye . Hinekî bi jêr de dareke berûyan hebû , tarîtiyê ew dabelihandiye ; li kêlekê , zinarek hebû ku min li ser wî berê xwe dida rojê , niha tarîtîyê ew zinar jî daqurtandiye ; li newalê , çemê min hebû ku min masî jê digirtin , tarîtiyê çem û masî jî giş bi hev re daqurtandine . Tarîtî hebûnê dadibelihîne , dadiqurtine , dixwe û diqedîne. Tarîtî tunebûn e . Tunebûn xerabî ye . Xerabî ji tarîtiyê diqewime . " Berê xwe ji devê şikeftê zîvirand hundirê şikeftê , berê wî ket êgir : " Agir heye , agir ronahî ye , agir bi hebûna xwe dibe alîkarê hebûna gelek tiştên din , va ye bi xêra ronahiya êgir doşeka min a ji qirş û pelên daran xuya dibe , va ye bi xêra vêketin û ronahiya êgir gwîzên min , fêkiyên min , genimê min ê bejî xuya dibin . Ronahî diafirîne , ronahî hebûn e , hebûn başî ye , başî ji ronahiyê diafire .
Sayfa 20·Kitabı okudu