Bi dilekî mezin û ronî heta mirinê ji bo azadiyê li hemberî tarîtiyê berxwedan ! Xweda ronahî ye Maîdyo , em çirûskên wî ! ”
“ Heta mirinê Spîtama , heta mirinê ! ”
Wi êdî hew tehemuli dîtina rûyê wan dikir , ew rûyên pîs û durû...
Ew ji pûtên wan , ji derewên wan , ji sextekari û zexeliyên wan beecîbû û reviyabû .
Mirov çiqasi yeki baş , dilpak û rast be ji civak zêde guh nade başî , dilpaki û rastiya mirovî , ji civakê re ya giring zewq û timakari ye , a giring hêz û aborî ye . Spîtama yeki baş , rast û dilpak bû bû , le civakê guh nedidayê , civakê jê bawer nedikir , bi dûre wê
Spitama bigota :
" Ya Ahûra ji ber ku dewarên min tune ne kes ji min bawer nake . "
Di wê demê de dewar dihat wateya mal û milk , pere , aborî û dewlemendiyê , di wê demê de dewar pir girîng bûn û hemû çandini bi wan dibû û ew delîlên dewlemendiyê bûn .
Ez ji çiyayan hez dikim , ji ber ku ew pir nêzîkî min in ; ez ji çi yayan hez dikim , ji ber ku berê berê çiya dengê min dibihizin ; ez ji çiyayan hez dikim , ji ber ku berî her derê ewil ro li çiyayan hildibin .
Wî digot : " Ez ê dev ji hemû xwedayên civakê berdim ! " Min ji bo vê ramana wî jê hez kir . Wî dev ji hemû xwedayên civakê berda û xwe li min girt . Ew yekî tenê bû , min ji bo vê ramana wî pê re hevaltî kir , ew yekî ji her derê qewirandî bû , min hembêza xwe jê re vekir , ji bo ku di vê dinyaya tarî û tenê de neqefile , min xwe kir agirek û di dilê wî de bi ci kir .