Min jê xwest ku ji ber heşt zarokên me yên biçûk bi Mele Mistefa re ji Mehabadê derkeve lê wî got: "Ez nikarim gelê xwe bi tenê bihêlim. Zarokên te, yên te ne. Lê ez wek serokkomarê vê hikûmetê, hemû zarokên Kurdan ji yên xwe û te cuda nabînim. Min sond xwariye ku di xweşî û nexweşiyan de li kêleka gelê xwe bimînim."
Mîna Qazî behsa Qazî Mihemed dike.