Porê dirêj ê şeva xweyî dirêj şeh dikim
Neynûkên sixêfan dibirim
dikim awaz û helbest
Her çar mixên dil
yek û yek ji bedena xwe dikşînim
dil dikim Xudayê ji çarmixê azadbûyî
laş dixim nav nivînan dil jî li erşê evîna te
şiyar dihêlim.
Di newaleke bênav de
Ji êşên xwe diherikim
Gelî bi gelî gorên bêkes
Li min kom dibin
Ez xwîneke lierdêmayî me
Min ji birîna xwe neherikîne
25'ê Gulana 2022'an Başûrê Welat
Mîtan Yildiz