Murad Arık

Murad Arık
MAÜ Dinya bi xwe kelîk kêne, Kelîk giriyê Û yek bir hatine...
Mimarlık(okuyor) /Laborant ve veteriner sağlık(mezun) /odyoloji(terk)
Tora Hevêrka
Mardin/Midyat, 3 Nisan 1999
2653 okur puanı
Temmuz 2019 tarihinde katıldı
Heqê te li te nebû Birahîmo!.. Tovê poşmanîyê şîn nabê!..
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
ELÎKÊ BATÊ
Min Osmanî dîtin. Osmaniyên ku bi saya bavê min li Tora Hevêriya bûne xwedî tac û textê seltanetê û piştre ketin xwîna bavê min. Ew bavê ku bi 'nefîramê' re êrîş bire ser Elîk, hogicê beranan da kuştin. Elîkê ku ji roja rabû heya hate kuştin, ne hişt Osmani di nava Tora Hevêriya de li ser kemaxên qûna xwe bi dilaramî rûnin û bêje ohnaaay li vê kêlîkê, wilo bi arzanî da kuştin. Elîkê ku bi pihîna xwe devê girtîgeha Nisêbînê vekir û bi qeftê xencerê êrîş dikire ser top û meterilyoz û mozoliyan, ji Osmaniyan re derxiste meydanê, bê kes kir, kuştina wî hêsa kir. U Ittihatçiyên ku bi komen xelkê re bi devê tiving û xencerê diaxivîn dîtin. Ittîhatçiyên zordar bi saya kurê wî mirovê dost û yarê roja tengasiyê û piştre di zîndan û kelihên reş-tarî de bi destên wan hate kuştin û niha gora wî ne kifş e, bûne tacîdarê Tora Hevêriya. Ez kurê wî filankesê ku gora wî ne kifş e û ez bi gora wî ya li axa Entabê, ku min qet ne dîtiye, ji ber vê çendê serik lênedaye, 'fatîhe'yek jê re ne xwendiye, bûme rêzanê wan. Bavê min ji wan re kir û ji destên wan ne nicinand.
Tora Hevêriya bi yek carê, seranser di nava hevûdin de dikelî. Û ez, di nava pêtên agir de pêçayî li ser kursiyê dewleta Romê rûniştî dikeniyam. Tiqtiqa kené min ji nava Omeriyan heya bigihe Erebiyan li ser pelê ewrên têhnik şikesti digeriyan. Deşt û newalên bêhn birehayî, tengijî, di nava keftelefta bê wate de bi ser hevûdin de pelixîbûn. Tovê waweylê bû.. Ya kesnedi!.. Naqosa hawarê lê dida, çekên kesküniyê di teqiyan. O mirina birçî, khur devê xwe vekiribû. Di qurpand, ha ha.... Tora Hevêriya di kefa mista min de dibiriji.
Mirovê ku li navê xwe bimîne heyirî, keliha wêran, ku tenê bikêrî hêlîna cird û tevnepirkê tên e. Dergüşa dilşikesti, şopandina nezanînê ne. Lewleba movikên stana pişta her sê navan hêrivî ne. Xaliqallah!..
Ez, behsa dîrokê dikim ji te re. Dîroka ku min bi destên xwe wêran kiriye. Di malzaroka wê de xencera Îsa Begî çikandiye!.. Ez behsa wê dîroka têr şiltaqî, têr ger û govenda mirinê dikim. Behsa dîrokê, dîroka mîrate... Mîrate, bê dunde çûyî!..