Şêrko Bêkes - Şîret
gelek tişt hene
zengar digrin û
paşê jî dimrin
weke tac û
kopal û
textê bin lingê padîşahan
gelek tiştên din jî
di dinyayê de hene
narizin
jibîr nabin û
tu caran namirin
weke şewqe û gopal û
sola
charlie chaplinî
Zanim ji 'işqê dojeh î behrek ji narê asih î
Îro li mahê xergeh î teşbîhê seywan î Mela
Ev sîneya wek nay û ney pur lê kişandin dax û key Hê dil bi naehlan didey ya Reb çi nadan î Mela
Durdaneya dêmgewher e ayîneya Eskender e Bémirwetê dil kir ker e mecrûhê xalan î Mela
Bêmirwetê dil herişand teşbîhê şîşê lê kişand
Ker kir ceger xwoy lê reşand ateş li ser danî Mela
youtube.com/shorts/pwHNksem...