Menife❁

Menife❁
@Srncm_
80 syf.
8/10 puan verdi
·
35 günde okudu
Min kovarên bi Kurdî nexwendibûn heta neha , naye bîra min lê ez dibê hema yên tirkî jî min nexwendibûn:D Ev hêjmara vê yeke kevn e. Min got ezê biceribînim bê ka tiştekî çawa ye, wele xweş û baş bû;) Ji romana xweştir bi min hat xwendina wê:D Di beşekê de behsa sînor dike, sînorê Nisêbîn û Qamişlo.. Li wir hinekî dilê min êşa... Çend çîrokên dersdar hebûn, hinekî behsa girîngiya zimanê dayikê dikir... Di vê kovarê de helbestên van helbestvanan hene: Rojen Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Osman Îzol, Hasan Huseyin Çevik, Bro Omerî, Şaban Şenateş, Raîfê Bêçarê, Selîm Temo, Seyda Ronahî, Yilmaz Guney (Ji Tirkî: Receb Dildar wergerandiye), Cemil Telli, Mewlana Celaleddînê Rûmî (Ji Farsî: Hayrullah Acar), Kamran Simo Hedilî, Quda Arxwasî (Arêdok: Recep YÎGÎTBAY), Yilmaz Yalçin, Jiyan Ahmed, M. Emin Bozarslan, Ömer Faruk Çetinkaplan, Mehmet Öncü, Xewsê Hîzan (Seyîd Sibxetulah)-Xeyda (Ji tîpên erebî: Sîpanî), Şemoyê Memê. Ji ber ku ji helbestan gelekî hez dikim û bala min dikşînin min xwest navê helbestvanan binivîsim:d Zêde nizanim lêkolîna binivîsim ger me xeletî kiribin biborînin:))
Nûbihar dergisi - sayı 116
Nûbihar dergisi - sayı 116Nubihar Dergisi · Nûbihar · 20113 okunma
Reklam
125 syf.
4/10 puan verdi
Di serî de bêjim tu eleqa vê pirtûkê û Kurdîtî ye nîne... Ji ber navê wê min meraq kiribû û min xwend lê hinekî poşman bûm. Di pirtûkê de peyva 'kurd' jî nayê bîra min ku derbas bûye. Min ev pirtûk ya ku wergerandine bi kurdî xwend. 17 kurteçîrok hene, Firat Cewerî û Süleyman Demir wergerî kurdî kirine. Min kurteçîrok zêde fêm nekirin bê çi dixwaze bêje xwendevanan(wekî ramana sereke û mijar). Serê kurteçîroke û dawîya wê lev nedihat. Ez dibêm belkî jî sedema wê wergerandin be, min Tirkî ya wê xwendiba belkî min e fêm bikira :d
Kürt Kızı Zenge
Kürt Kızı ZengeCemşid Bender · Berfin Yayınları · 19994 okunma
100 syf.
·
Puan vermedi
·
9 günde okudu
Bere ev lêkolîna min yekemîn be;)
Ev pirtûk ji bo piçûk û mezina ye. Lê herî zêde divê mezin bixwînin...Şîretên xweş têde derbas dibin.Wexta we dest bi xwendina pirtûkê kir hûn qet aciz nabin bi zimanekî zelal hatiye nivîsandin:) Ev jî sê jêgirtinen ku bala min kişand.. "Dema mirov gelekî xemgîn be, ew hez dike li avaçûna rokê binere..." "Mîrzayê biçûk jê pirsî: -Çima tu vedixwî? Yê meyxur lê vegerand: -Ta ji bîr bikim." "Lê çav kor in. Mirov gerek bi dilê xwe li tiştan bigerin."
Mîrzayê Piçûk
Mîrzayê PiçûkAntoine de Saint-Exupéry · Avesta Yayınları · 2014236,2bin okunma