Şevereş e
Birîndarê serî li ser çoka min dibêje:
"Min bide ber dilê xwe da ji hêviyê neyêm xwar
Tarî çi kefenekî germ e,
Destên wî yê cemidî dixim paşila xwe
Û jê re dibêm: "cira xwe li çûyinê xweş neke Jineke dilobėj tune ye li van deran
Û guneh e ez li ser te bigrîm
Destanên ez ê bi te re lê şa bibim
Mirina te qebûl nekirine."