nikarim berdim
geşta li etleza helbestê ya razbar
her jiyîna veşartî her bi wî awayî
kedera çolistanê kesera avê
xezalên mirî
li miyandawa peyvan a dilê min
digihên şopên xwe
peyveke kevin
berkeniya maran e êdî
berkeniya qerisî
peyvek e li rêbûriyê hatiye gotin
- kesera ku nayê berdan paşê
bagera ji ber xwe mayî didi bi pêşnumaya nexşeçolistanekê -
tê digihîjî tu têk çûyî
dibi katibê şopên xwe
qesasê serê kelaxên peyvan
çolistana li nava te vediguhere obsîdyenê
dimirin xezal
berdidi dev ji
yên ku tu nikarî dev jê berdî
birîneka bêgewde me, bê xwîn û 'edab Radibim dest bi roja herî kevn dikim êdî
têdigihêm ka min tu çawa hebandî
roj çawa dest pê dikin, heyv çawa dixeyîde
xemla şînê li hemû wargehên di dilê min da
li bendê ye tenêtî bi destê saman û xemrê
nabêjî neçe, teht digindirin newalan
çûkên li asmên tînî li ber dilê xwe dimelisînî
bêhna kevzê tînî ji deryayên dûr î xewar
gul, şînordekên çavên te ne, bêxew in
kêla evîna me disincire li goristana şevê
Ameda ku radibe ji wir, dibêje ez şahid im çi hebin li jêr û li jor, pirsa dengê te dikin
nabêjî neçe, yek xwe ji bîr dike li binê bîrê
kuştî me bi destê tenêtiya xwe
gava şev hînî meşê dibe li bajaran
ez ji demê dixuliqim, bo te rastiyê bêjim
dijminên min mirin, dostên min şîna wan kirin
ciyê min nema di nav laşê min da
ku hatibû hezkirin bi porê te yê şimayî
tu nabêjî neçe, ayîneyek dişikê li ber pacê
naxwe em hatine dawiyê, ka xencerê bîne
destpêk delal bû wek hemû destpêkan
êdî olanek diqîre li şûna baskên te
kulîlk xeriqî, kes nema şevê vemirîne
çav li binê kortalê ye çi cara bîrhatinek tê
dem diguvguve li ber guhê deştên vala trêneka bêxew navê min hildide
lê nabêjî neçe --xanima çelloyê, tu kerem ke!
Selîm Temo
Nebû wêneyekî nû
Herikî bi barên baranan
Kêm aqilek bûm min daye dû
Çong nedam li hember rêyan
Lehengê çîroka çiyê
Vegere, rûyê xwe bide ba
Wêne ne jîndare lê,
Nakene, nagrî na na
Qulingek stranekê dibê
Dibe hezkiriyê ewran
Bigrî baranê bigrî!
Xatirxwestine ev banga
Mem Ararat