gulên bêdeng hene kurê min bi strînên xwe dipesinin
ez ku çûm min daçikand di çiyayekî de
ku ji rengê tenêtiyê bû û bi ser xwe ve li ba dibû
lê gava sibehê gazî kir bi dengê stranên rêwiyan
gava ti kesî hîç kesek nas nekir
dê berşeyek li ber paceya min bimire
min şûrek nîne lawo pê xwe bikim çar parçe
bi tenê pênûseke ku diore ji nava serê xwe mîna şalûlan
zimanekî şîn e kurê min bilind dibe li pey gulan
û evîneke ayîdê salên çûyî li ber deriyê demê
dizane ka çi hatiye serê birîndarekî