Natirsim ;
Ji tu êş û birîna
Nikare bikûje min
Çend birîn cebirîn laş zane
Natirsim;
Ji fesk û vir û derewan
Nikare min bixapîne
Naxapim ji bilî kenê wê ew baş zane
Natirsim;
Ji şer û çeqel kûçik û guran e
Ew zane ew baş zane
Li qada şer ew berx bin ez'im berane
Lê belê ez ditirsim;
Ez piiir ditirsim...
Ji çûyîne bê bext û
Hatinê bê wext
Çi jî nizani be bila vê yekê baş bi zane
Ez Welat bim ew ji min re Jîyan e
Wjîyan