Welat û Jîyan

Welat û Jîyan
@Wjiyan
İrademiz ana rahmine düşmeden önce alındı. Aslında hiç özgür de değildik avuttuk kendimizi. Bunu da toprağın rahmine düşeceğimizi anladığımız an'da öğrendik. Wjîyan
Paramedic
İlmek nîvcû
Dilek goristanî de mirî
Amîda
176 okur puanı
Haziran 2019 tarihinde katıldı
Şu anda okuduğu kitap
Tenêtî, Bê dengî û Enerjî
Li vê gerdûnê; Her tişt bi her tiştî ve bi enerjîyek bê dawî girêdaye. Tu carî mirov, Ne dikare bi tenê bimîne Ne jî dikare bê deng bimîne... Ev tişt li gorî xweza mirov tiştekî çep e. Mînak: Carna; Di nav hebûna bi milyona qelebalix de bi tenê hîss dikî. Lê belê carna jî; Di şevekî xalî, xurû û bê deng de bi milyona stêrk mêvanê civata derd û kulê te ne. Bi wan re diaxivî hey diaxivî. Heger mirov dixwaze bê deng û bi tenê bimîne pêwîste wê enerjî yê bikûje We demê jî ev tişt dawîya jîyan a mirov e. Wjîyan
Edebiyatın En Tatlı Eşleşmeleri!
Peki ya sizin favori kitabınız hangi tatlı olurdu?
Tişt ên ku min xwest werin Nehatin Tişt ên ku min xwest neçin Çûn Îro tiştek nema bixwazim Tev hatin Îro nehatin û çûyîn dora min e Bi xatirê we teva Wjîyan
Bê hîssî !!! Berê êvarê ewrek reş e Di hewayek a tengav de Wek cil û bergên Ser banîyek xwelî ye Li ser benekî zirav Li ber bayekî hênik Daleqandî ye Wjîyan
Ez li jîyanê Emrekî xemsar da me Hevalê derdê min ê herî nêz qutîka titûnê ye Di berîka min de Tu wate nemaye ji demê re Tahmsarim îro Ji tiştê ku min bi çar desta hembêz kiri bû bi ciwanî Ne tu jî zanî piştî tu çûy Şîn li ber derîyê min danî Tu kanî sar nekir vî canî Çil roj û çil şev mam li benda te Li ber derî bi bawerî Bilî te çûçik a çolê jî hat xwe danî Carna li ber xanî carna jî li ser banî Min sond xwarî bi çar kitêbê rûhanî Ku tu nêyî û venegerî vî canî Te efû nakim ne li vî alî ne jî li wî alî. Dîsa jî tu zanî. Wjîyan
Ez ê her dem wekî roja pêşî ji te hezbikim. Lê belê; Êş û birînen te jî wekî roja dawî hîsbikim. Ser çava heyran. Ez ê ji êş û birînên te jî hezbikim Ji ber ku; Ew jî ji te ne. Wjîyan