- Xwişkam! Ez bi êşa te zanim. Divê tu biçî li pey evîna xwe bigerî. Tu yê miheqeq wî bibînî. Heger tu neçî û li pey negerî, maneya jiyana te namîne. Tu yê bimirî. Evîn û mirin cêwî ne. Di mirinê de jiyan, di jiyanê de evîn heye.
-Sylvîa, mirov bi jinek re dikarê sê tişt bike, sê tişt pêk bîne. Yek; jê hez bike. Du; ji bo wê êş bikişîne. Sê; wê binivîse, bike nemir. Tu kîjanê dixwazî? Ez ji bo te kîjanê pêk bînim?
‘Tu digrî tu zanî, lê divê tu bêdeng bigirî!’
‘ Temam, min qebûl, lê tu jî wexta bangî min dikî dengê xwe ew qas bilind meke, ma ez kerr im?’
‘ Ma le tu çi yî?’
‘ Ez lal im!…’
‘ Me li hev nerî û em giriyan!’