Dengê neya bayî sekinî,dengê erbaneyên şêx û mişayixan sekinî,tayikên gîhayê şînik reqsa xwe betal kirin,mêşikan çember xera kirin û beybûnan stûyên xwe xwar kirin.Gangulok vemirîn,simbilên genim xeyidîn,bûkên gul û gulşîlanan qomçekên ber sînga xwe pev xistin û meşên hingiv ji ser sîng û berên xwe qewirandin