Tu xwedê, cana'm bi sibehê zû
Min bigeyne koşka berz a arezû,
Wek peykereke destkird* a xwedayî,
Min bixe jîna tijî tenayî
Were ber derge bi çavê têr xew,
Her bi dilqekî ferîşteya şew**,
Nefeseke bêhnxweş a lêvan
Belav ke ser pela gula jiyan,
Bila bi bişirîneke pak a bêgirê
Tevzik*** dilê min, mîna dîl bigirê
Ta vemirîne daxa şeva dirêj a'm,
Ku kulpîna dil bo te dirêjim.