Di nameyekê de wî ji Paul re nivîsandibû:
"Doste delal. Min gelek name ji te re şandin lê tu deng ji te derneket. Ez hevîdar im te pirtûka xwe ya li ser destana Mem û Zînê weşandiye. Dema em bi hev re li gund û bajaran digeriyan, rojekê te got ku li welatê te Mem û Zîn bi hêsanî bi hev şad dibin û kesên wek Beko dibin dergevanên qehpexanan, mirovan ji bo peran berdidin ser jin û namûsa xwe. Li Cizîrê, hevalê hêja, ne tenê Mem û Zîn perîşan dibin, lê her kes li ber lehiya mirinê diçe. Agir ji her alî bi ser rûye dinya me de dibarê. Di destpeka rojê de şewat, di nav rojê de şewat, di danê evarê de şewat , di nîvê şevan de şewat, şewat, şewat.
Dostê hêja Paul, di hemû nameyên min de, tu dibînî ez herdem ji te dipirsim, dixvazim nas bikim çima çerxa gerdûnê, bayê felekê, ji destpêka dinyayê hema li dora serê me digerê, çima mirin dide pêşiya me, paşiya me, tengala me, dev ji me bernade."
Li Parîsa bi nav û deng, di nav deh milyon kesî de, ne te guh li kesî dikir, ne kesî guh li te dikir. Tu rêwiyekî li ser reya poşmaniyê bûyî, tu herdem siwarê êşê bûyî.