Ji bo herkes li ber min rabe û bêje kerem bike, li helbestên min binêrin û bêjin, weeeeyyy! ya tu heya niha li kîjan qulê de mayî, em li esmanan li te digeriyan, lê me tu li ser rûyê erdê dîtî, te çawa ev şahesera nivîsiye, lê li bin axê de veşartiye û ez jî bi bişêri di bin simbêlan de "na lo hûn abartmîş dikin" bêjim, min helbestên xwe dan ber hev û weşanxane û weşanxane geriyam. Ez bêjim deh tu bêje bîst, ez bêjim bîst û tu bêje çil.
Gava min digot, dosyayeke min heye ji bo çapê, ji min dipirsîn:
"Cureyê wê çi ye?"
- Helbest e.
- Na. (kul û ta)
- Polîtika me ya weşandina pirtûkên helbestan tuneye.
(Ez bimîzim polîtikaya we). Min ev di dilê xwe de got.