Pîra Himhimî û Jinik
Jinik dergûşa xwe digire û ji gund derdikeve. Dikeve riya
gundê mala bavê xwe. Hewa ji hineki sar û cemidi bû. Pîra
Himhimî jî di sikefta xwe de li rê mêze dike, ka nikare yeki bixapine, bine mala xwe. Mêze dike ku wa ye jinikek di rê de diçe û dergûsek jî li ber e. Ji xwe re dibêje: "Ev şiva mina
êvarê ye."
Li ber şikefta xwe bang dike:
-Keça min! Keça min! Di vê sermay de bi kû ve diçî? Dergûş negefiliyaye? Werin mala min. Zarokê xwe germ bike.
Dikevê serê jinikê, dibêje:
-Temam pîrê, dibe. Ez va ye têm. Jinik di hesê xwe de dibêje: "Ez dergûşa xwe germ bikim. Him ji bêhna xwe ve-
dim. Paşê ezê têkevim rê û herim."
Jinik ber bi mala pîrê ve diçe. Diçê cem pîrê. Jinik li pîrê mêze dike, fehm dike ku Pîra Himhimî ye. Jinik ditirse, ji xwe re dibêje: "Ê min bixwe. Ez we û zarokê xwe ji vir zû
xelas bikim." Kêfa pîrê jî tê. Destê xwe diavêje pist û zikê
jinikê, tê dide. Ji xwe re dibêje: "Ka hele qelew e, an na.
Masallah! Masallah!"
Pîrê bi zimanê xweş ji jinikê re dibêje:
-Keça min, tu û zarokê xwe pir gefilîne. Tu birçi yî?
-Wele ez birçî me pîrê.
-Temam keça min, hûn li vir bin. Ez herim kaniyê, avê
bînim û ji te re şîvê çêkim. Tu li vir avê vexwe, ez jî têm.
Pîr diçe avê. Dema ku ji malê dûr dikeve, jinik jî dergûşa xwe digire û direve bi lez û bez. Pîrê di vegerê de dibîne ku jinik direve û gelekî dûr jî ketiye. Pîrê bang dikiyê:
-Keça min! Keça min! Vegere şîva xwe bixwe, paşê here.
Were! Serma ye.
Telîsiya pîrê dikeve, mêze dike ku jinik venagere û tewş
e. Hêrs dibe û dibêje: "Kerê ku tu nereviyayî, minê te û dergûşa te bixwarana. Ez çer bikim? Tu ji destê min filitî."
Jinik direve. Ew û zaroka wê ji destê Pîra Himhimî xelas dibin.