Gelek caran di nava xwandinê de mirov bêhemdî xwe bêhna xwe digre û bêdengî tevli berxwedana Berîvan û Dîcle dibe ji bo parastina wan .
Bi piranî dema ku ez pirtûka dixwînim bi pênûsa xwe binê gotinên xweş çixêz dikim. Lê belê bi qedandina vê pirtûkê rewşa pênûsa min î textik ji armanca xwe derketibû û di nav diranên min î ku ji hêrsa qirçînî bi wan diket hatibû cûtin . Ne rewşa min û ne rewşa pênûsa min baş bû.
Ji xwe dema ku min armanca nivîsandina helbesta ku Dîcle ji bo birîna şehîd Sînan anîye ziman fêhm kir tenê min keserek ji nava hestîye laşê xwe kişand.
Pirtûkekî ku kelecanî yê bi mirov ava dike . Ji xwendina wê kêm nemînin. Hûn ê berxwedan a rojana xwe jî xurt bikin .