"Nizam bû çiqas bê dilê xwe dûrî welat im,
Ji dil û kezeb evîndarê Dicle û Firatim
Ev çem ji bakur dadikevin wek du rehên jîn
Yek ta Bîrecik, yê dî diçe nav diyarê Zîn
Melê Cezîrî îlhama xwe ji wî çemî distand
Gelek mirarî di peravên Dîcle de civand
Ehmedê Xanî jî serekî, ava wî vexwar
Li ser nivîsî serencama Memê birîndar
Feqiyê Teyran, Melê Batê pir şairên çak
Hespên xwe bezandin di saxa vî çemê çalak
Ger Dîcle bi xwe kaniya zanîn û evîn bû
Firat pêgera gelek şêrên pence bi xwûn bû
Di qada rûmet û mêranî her bê hempa bûn
Herdem ji bo her pesnekê hêja û seza bûn
Min hêvî heye Dîcle-Firat barê me rake
Di warê ziman li rojhilat xelkê me şake
Zimanê me yê paşde mayî çîçkî bide pêş
Va ye ji bo wî sipasên xwe ez dikim pêşkê"