jina kurd ne ji bo vê rojê
ji bo her rojê tu hêja yî
ne tenê ji bo tu dayîk î
ji bo tu şervan, tu pakrewan î
ne tenê ji bo tu jin î
ji bo tu berxwedan û serhildan î
we mil da hev, hûn bûne çiya
we deng da hev hûn bûne şoreş
hûn bûne destan
hûn bûne leheng
hûn bûne awaz
hûn bûne roj li ser welatê min, bûn ronahî