ger ji destê te bihata..
belkî ji destê te bihata min ê welatek bixwesta,
dema dengê baranê xwe li pûkê xist,
dema tenêtî bû girêkek û di singê de xwe mezin kir,
dema gavên te di valahiyê de çû û hat û te poşman kir, jîn..
û dema te xwest vegerî bo du gotinan, çend henekan, qedehek çay, fîncanek qehwe
bi cilên keskeksorî, di bin ala serxwebûnî de, li wir, li qerexa Dicleyê.
û dema te xwest bibêjî êdî zarok qet nayên kuştin di dawa dayikan de,
û dema te xwest bibêjî êdî hemû deriyên bajar vekirîne, ji her çar parçeyên dil
û dema te xwest bibêjî, tovek çandiye di axê de,
agirê newrozê sal, duwazdeh meh li kelehê gurr û geş e..
belê, min ê welatek bixwesta ji te
dema dengê baranê xwe li pûkê xist,
dema êş bû dijminekî veşartî û di singê de xwe mezin kir, mezin kir
dema çavên te di kuçe û kolanên Amedê de li kesekî gerî, gerî, û te poşman kir temen.
û dema te xwest vegerî, vegerek bo ramûsanekê, çend riste ji xanek, çend şêrînî, meş û dilek,
erê, ji peyasê heta derê çiyê, li gavên xwe mikur hatî, meşî, meşî
wek hûrika baranê, wek nermahiya biyê, wek beriya tofanê,
beriya Amedê,
dara berî,
bêriya dûr..
kesek, kesek ku, bi tenê
belkî,
bi du gavan ji te dûr û bi sê gavan li te mûr e
ji destê te bihata min ê welatek bixwesta
li biyaniyekî, li hember gulên hesînî, pêlêk êş û kûlmek xwê
naweşe, nabare, nalenal e, tenê nenalê û nenale ji dengê Cizrawî, şev, xerîbî, û baran e!
dizanim helbest bivirek e koy e, li ser navoka min û ya mirinê.
qûtbûnekê dixwazim, qirînek, û bêjingek
biqasî xwestina welatekî,