Cotyar

21 e adarê
Dehakê Ereb timî xwîna xortên cindî yên Kurd vedixwar û mixê wan jî bi herdu marên xwe didane xwarin. Lê rojekê Kawayê Hesinker daqmoqê xwe hilanî û çû li nîvê şilika serê wî xist mejî lê kir mîna dew û xelkê xwe ji binê sazûmana wî rizgar kir! Ha ew roj û ev roj bîst û yekê meha adarê bûye cejneke pêraz a neteweyî. Îcar bi wê sêwr û ramanê ye ku roja gihandina azadiyê her sal bi şax û şoxeke bêhempa ji aliyê Kurdanve tê pîrozkirin..
Kurdî
Destpêk
Ji Konfuçyus pirsîne: - Eger tu Ji bo îdarekirina welêt bihatinayî vexwendin, karê ku pêşî te yê bikira çi bû? - Bêguman bi destpêka îş re min ê ziman di ber çavan re derbas bikira. Lewra eger ziman bi kêmasî be, peyvin fikirandineke rind diyar nakin. Fikirandin Jî ku rind diyar nebin, pêwîstiyên ku bêne kirin rast çênabin. Berpirsyarî ku rast neyêne kirin, çand û tore xirab dibin. Tore û çand Jî ku xirab bibin, berambertî (edalet) dikeve riyeke şaş. Berambertî Jî ku Ji rê derbikeve, xelkê ku dikeve heyretê nizane çi bike û nizane wê bigîje kur. Ha Ji ber vê yekê ye ku tiştekî mîna zimên bîrjîyan û girîng tune.
Kurdî
Osman Sebri
Mafir mirov tenê carekê dimre, divê ew mirin di reya rastiyê de bi rûmet û mêranî be. Ji bo gihana mirineke hêja û bi rûmet gelek west û xebat divê. Carna bê dijwarî dergehê mirinek holê li pêş hinekan vedibe, heke xwe jê bidin paş bê şik qels û bizdok in.
Kurdî
Şeva ku leşkerê Tirk bi ser çil û şeş gundan da girtibû, alay qumandarê Tahir beg tevî alayiya xwe hatibû gundê Tirop. Piştî ku gundiyên reben di xew da digirin, û sibe ron dibe hemî peyan diêxin xaniyekî û jin û zarrokan jî hildidin ser banekî. Berî giştikan ji peyayên serê Reşîdê Elî bi derdixin. Hînga Tahir beg gazî wan jin û zarrokan dike û dibêje: -Ev e ez dikim çend peyan li pêş çavên we bidim kuştin, da ku hûn ji zarrokên xwe ra û ew jî ji kurrên xwe ra bêjin da ku car din Kurd serê xwe li ber Tirkan ranekin.
Kurdî
Tirk bi ser gundên Mermend û Meydanê da digre. Xelkên herdu gundan tev da dicivîne ser hev, jê heşt heb* mezin dibijêre, dest û lingên wan girêdidan. Du beroşên mezin tijî av dikin û didin ser agir. Dema av bi kel dikeve, va her heşt mezinan lingên wan davêjine paş serên wan û yek bi yek davêjine nav ava keldayî; heya tê da dikelin. Paşê cendekên kelî davêjin ser sergoyan û nahêlin ku xwedî wan veşêrin. Berî ku wan bavêjin nav ava kelî, ji wan ra dibêjin: -Hûnê cardin nan bidin Nûh begê?. Gundiyên reben dibêjin: -Em feqîr in, tifingên me nîn in. Nûh beg tevî sed mêrî hat û bi zor nan ji me stand. Ma me dikaribû nedanayê!.. Bê bavê alay qumandar holê li wan vedigerrîne: -Erê em dizanin ku we bê hemdê xwe nan da Nûh begê. Lê ji bo ku tu Kurdên din nên nedin şerrkeran, divê em we bi vî awayî bikujin.
Kurdî