Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Şerrên Sasûnê (1925-1937)

Osman Sebri
Tevi ve pirtuke, paş “Diwana Osman Sebri“ ev “Şerren Sasune“ dunyemini berhemen Osman Sebri ye ku ji nav çapa Weşanen Peri ve hate der. Hest u helwesta me eve ku bila di sala 2005i de-daku sedsaliya ji dayikbuna Osman Sebriye-bi nirxen zanyarı be femkirin. Me xwest ku; ev hal u mercen ku iro gele me te de diji, bila rexnegireki weki Osman Sebri ji bo me bibe ronakbirek minak. ev pirtuk ji nişanı me dide ku Osman sebri ne tene şervan, siyasetmedar u nivıskareke helbest, çirok, destan hwd. u ye Kowara Haware buye. Le te dıtin ku wi rasterast pewistı ku ditiye ev belge u belgeyen dıtır ji ji nava buyeran ango ji ye Şerren Sasune, ji deve berpirsıyare yekemın ve ye weke Evdirrehmane Eliye Unis Qewme Çiye girtıye u parçeyek ji diroka me bi şeweyek rojnamegerı zelal kiriye u daxistıye nava biblıyoteka kurdewarıy e. Em bawerdikin ku ev belge, ji lekoliner u diroknasen kurdolog re valayıyeke giring de tiji bike... Ev hemu destnivıs weki ku li ser zimane Ebdirehmane eliye Yunis hatiye gotin, bi wi avayi ji ji aliye Osman Sebri ve hatıye nivısin. Çawa ku Osman Sebri dibeje; “Ez ji ve desnivıse wek hatıye nivısandin li vir didim belavkirin.“ Em ji hiç deforme nakin u diweşinin. Em ve nivıse weke berhemek giring dinirxinin u çawa ku hatiye nivısandin ji hela reziman ve me bi wi avayi daye belavkirin. Em disa, serbilindin ku bi deste Osman Sebri, ji nava dıroka me ya serhildanı u hovıtıya dujmine me ye dirinde de belgeyeke nu peşkeşı we dikin!
Yazar:
Osman Sebri
Osman Sebri
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 16 dk.Sayfa Sayısı: 80Basım Tarihi: Kasım 2005Yayınevi: Peri Yayınları
ISBN: 9789159070089Ülke: TürkiyeDil: TürkçeFormat: Karton kapak

Yorumlar ve İncelemeler

Tümünü Gör
80 syf.
·
Puan vermedi
Divê her Kurd teqez vê pirtûkê bixwîne. Di vê pirtûkê de raperînên Sasûn, Hezo, Bişêriyê û herwiha seehildana Eliyê Ûnis û hevalên wî, serhildana Cemîle Çeto û hwd. hene. Ya rastî gelek tişt guheriye lêbelê bêbextî û neyartî hîn jî weke berê didome. Helbet ne ji bo ku dilê me bi neyartî tije bibe ji bo ku em dîroka xwe nas bikin û hay ji dîroka xwe hebin divê em vê pirtûkê bixwînin. Ne edetê min e ez hevokên şerxwexiyê bibêjim lê belê bivê nevê ew gotina pêşiya ya qedîm tê ser zimanê min: Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Di hin ciyan de dê mêjiyê we bitevize ewqas ku kirinên hovîtî û dûrî mirovatiyê tê de hene. Şewitandina zarokan, şewitandina pîrekan, destdirêjiya pîrekan, dest û pî girêdayî avêtina nav ava keliyayî... Ew tiştên ku di wextê de anîne serê Kurdên ku nekarîbûne xwe biparêzin gelek caran Hîtler anî bîra min. Tiştekî din ku bala min kişand Kurdan tu carî dest ji axa xwe bernedane û tu carî ji şer nereviyane. Dixwazim bi gotineke Hz. Elî dawî li vê nivîsê bînim: "Tu carî li ber neheqiyê serî xwar nekin lewra hûnê tevî heqê xwe şerefa xwe jî wenda bikin."
Şerrên Sasûnê (1925-1937)
Şerrên Sasûnê (1925-1937)Osman Sebri · Peri Yayınları · 200521 okunma
Reklam
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.