Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Şerrên Sasûnê (1925-1937)

Osman Sebri

Şerrên Sasûnê (1925-1937) Gönderileri

Şerrên Sasûnê (1925-1937) kitaplarını, Şerrên Sasûnê (1925-1937) sözleri ve alıntılarını, Şerrên Sasûnê (1925-1937) yazarlarını, Şerrên Sasûnê (1925-1937) yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
alayiyek leşkerê Turk bi ser gundên Mermend û Meydanê da digre. Xelkên herdu gundan tev da dicivîne ser hev, jê heşt heb* mezin dibijêre, dest û lingên wan girêdidan. Du beroşên mezin tijî av dikin û didin ser agir. Dema av bi kel dikeve, va her heşt mezinan lingên wan davêjine paş serên wan û yek bi yek davêjine nav ava keldayî; heya tê da dikelin. Paşê cendekên kelî davêjin ser sergoyan û nahêlin ku xwedî wan veşêrin.
Hesenê Pûto ( Şerê Motikan 1891)
Piştî safîbûna şerr çîrrokek Hesenê Pûto û jina wî heye ku di vir da hêjayê gotinê dibînin. Dibêjin: gava şerr kuta zabitên Turkan û mêrxasên Kurdan bo şûştin û kefenkirinê danîn ber hev. Di nava kuştiyên Kurdan da cendekên sê kurrên Hesenê Pûto hebûn, ku bê wan tu kurrên wî tinnebûn. Dema mela dest bi şûştina kuştiyan dike. Hesenê Pûto jî li diyarêcendekan qelûna xwe dadigre û lingên xwe dide ser hev bi dilekî xurt û behneke fireh qelûna xwe dikêşê û di bin killorên dûyê qelûnê ra li cendekên her sê kurrên xwe û zabit û qumandarên Turk dinhêrre. Wê hingê diya wan her sê kurrên Hesen ên kuştî tê û bi ser kurrên xwe da digirî. Gava Hesen giriyê jina xwe dibîne, dibêje: -Jinik, ji kurrên xwe ra megirî, kurrên te îro, ne ên girînê ne. Ji min ra bigirî ku, nizam di roja kuştina min da jî, wek kurrên te cendekên zabit û qumandarên Turkan dê di rex min da hebin an na?!... Li ser gotina Hesen diya her sê kurran dît ku mirina kurrên wê di rêyeke gelek bi rûmet da ye, êdî nema giriya û çû rex mêrê xwe Hesen û ji wê nêhrreka bi rûmet mêze kir.
Reklam
Kurdish readings
kürt edebiyatı denilince "mehmed uzun" dışında kimse kürtçe yazmadı sananlar ve kürt edebiyatı denilince akıllarına "ahmed arif" ile "yaşar kemal" gelenlere umarım birazcık da olsa faydası olur bu listenin. ayrıca bir türk olarak söylemek gerekirse 1000 yıldır beraber yaşadığımız bir ırkın edebiyatını bilmemek
80 syf.
·
Puan vermedi
Divê her Kurd teqez vê pirtûkê bixwîne. Di vê pirtûkê de raperînên Sasûn, Hezo, Bişêriyê û herwiha seehildana Eliyê Ûnis û hevalên wî, serhildana Cemîle Çeto û hwd. hene. Ya rastî gelek tişt guheriye lêbelê bêbextî û neyartî hîn jî weke berê didome. Helbet ne ji bo ku dilê me bi neyartî tije bibe ji bo ku em dîroka xwe nas bikin û hay ji dîroka xwe hebin divê em vê pirtûkê bixwînin. Ne edetê min e ez hevokên şerxwexiyê bibêjim lê belê bivê nevê ew gotina pêşiya ya qedîm tê ser zimanê min: Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan. Di hin ciyan de dê mêjiyê we bitevize ewqas ku kirinên hovîtî û dûrî mirovatiyê tê de hene. Şewitandina zarokan, şewitandina pîrekan, destdirêjiya pîrekan, dest û pî girêdayî avêtina nav ava keliyayî... Ew tiştên ku di wextê de anîne serê Kurdên ku nekarîbûne xwe biparêzin gelek caran Hîtler anî bîra min. Tiştekî din ku bala min kişand Kurdan tu carî dest ji axa xwe bernedane û tu carî ji şer nereviyane. Dixwazim bi gotineke Hz. Elî dawî li vê nivîsê bînim: "Tu carî li ber neheqiyê serî xwar nekin lewra hûnê tevî heqê xwe şerefa xwe jî wenda bikin."
Şerrên Sasûnê (1925-1937)
Şerrên Sasûnê (1925-1937)Osman Sebri · Peri Yayınları · 200521 okunma
Mafir mirov tenê carekê dimre, divê ew mirin di reya rastiyê de bi rûmet û mêranî be. Ji bo gihana mirineke hêja û bi rûmet gelek west û xebat divê. Carna bê dijwarî dergehê mirinek holê li pêş hinekan vedibe, heke xwe jê bidin paş bê şik qels û bizdok in. Osman Sebrî
Pir sipas ji bo Xudayê du cîhan Daye me ola Mihemed sergiran Em kirine imeta qencê beşer Perewê wî serbilindê namiwer Ey Xudayê erd û ezmanê bilind Bê te nînin mihrivan û çak û rind.*
Reklam
Ji bêhna cendekên leşker nema yekî dikaribû di çiyê da bigerre. Çi gava şerr dest pê dikir, bi dengên tifingan ra ewçend teyr û tûyên hov li ser cendekan difirrîn ku wek ewran pêşiya royê digirtin..
MEM U ZİN..
Gava tê benda pesna Kurdan, Tahir beg li sînga xwe dide û dibêje: -A ku bû sebeba rabûna Kurdan ev kitaba han e. Eger nivîsevanê wê Ehmedê Xanî têketa destê min, bila ez bê namûs bûma ku minê ew deh rojan darvekirî bihîşta.
30 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.