Xelkê herêmê piçûk - mezin, mîna ku pez ji gur bitirse, wilo ji eskeran
ditirsiyan. Her roj ya eskerên Sitilîlê ya jî ên hidûd li gundekî çiyê û deşta Nêsêbînê di ser zikê xelkê de bûn; xelk dişelihandin û êşkence li wan dikirin. Gundî ba bajarî ba, gava zarokên xwe dikirin xew û zarok
raneketibana ji zarokan re digotin »Lolo emirquto, emirqutê razên,
binere wê esker bên we ha!« Zarok jî bêdeng dibûn û radiketin..
Li gundên ser keviya mayinan, jiyan bi hemû haweyê xwe merez bû. Di
her guhertina komutanekî hidûd de her tim hin qedexe dihatin danîn.
Gundiyan ji van qedexan re digotin »Qanûnên romê.« Komutanan di
gundan de pêşî xwedîkirina hespan qedexe kirin. Dûv re bi şev ronahiya
luks û lempê, dûv re çûn û hatina bajêr a bi şevê qedexe kirin.
Qedexe ji
qedexê veket heta ku giha şevbihêrka gund û lîstika hingulîskê.
Gundiyan mîna demên rabihurî ewqasî êdî nema cesaret dikirin ku bi
Şev ji mala xwe derkevin û li maleke xuyayî şevbihêrkê bikin..
Gava ku Dawidê Osmên hat kuştin tu wî çaxî
di pêçekê de bû, qîza min. Û ez jî xortekî di benga xwe de lihevhatî, pir
bi difr û paye bûm. Şeveke havînê bû. Em li ser bên radiketin. Xweş tê bîra min. Tê bîra Sarê jî. Xanim wî çaxî bûk bû. Malikviritiyê hîn ji wan
deman de wilo bi ecêb radizê. Di bûkaniya wê de min ev xewa wê ne dikir
tiştek. Bi ketina ku em diketin nav livînan, ecêb nedîno ev jinik hema pê
re di xew re diçû. Min digot qey aşiqî min bûye, dilê wê xwe li ber eşqa min nagire, dil bêhiş dikeve ji ber vê yekê zû di xew re diçe. Lêbelê di dûv
re min fêm kir ku jinik xerabe ye. Tu têkiliya xewa wê û eşqê bi hev re
tune ye. Ji maka xwe de ev mal e. Niha mirov top û tematêkan jî li ber
serê wê biteqîne, bi Xaliq wê dîsa jî şiyar nebe!