Ji xwe Rojhilata Navîn navenda dojehan
e. Bi hezaran pêxember hatine vê herêmê, heta hemû pêxemberên em pê dizanin, hatine vê herêmê; lê dîsa jî nikaribûne wan bikin meriv û dojehên bi destên mirovan tune bikin. Rojhilata Navîn, bûye dojeha cîhanê û di nav vê dojeha mezin de dojeha heri dijwar niha li Amedê ye.
Xwedî qudret, xwedî dojeh in. Dixwazin bi tirsa dojehê mirovan bişibînin xwe. Min dojeha Xwedê neditiye; lê bawer dikim ku wê dojeha Xwedê li ber zindana Amedê sivik bimîne. Ki dizane, dibe ku ew dojeha di kitêbên pîroz de, behsa wê tê kirin ev zindan be. Jixwe kesê ku ev dojeh ditibe, êdi ji dojeheke din bawer nake.
Dizanim, ev ne zulmeke ji rêzê ye. Ev zulma tirsê ye. Sînorê zilma we çi ye, hemûya biceribînin. Ez ê li ber we negerim, ezê rihê xwe teslîmî we nekim. Dizanim, hûn ji derve hatine, loma hûn ji hebûna me ditirsin, ji zimanê nav devê me ditirsin, ji mirovahîya me ditirsin. Bitirsin û zilma xwe bidomînin, ez mirov im. Bi axa xwe, bi zimanê xwe, bi çanda xwe ez mirov im. Ez ê ti carî nebim wek we, bitirsin zalimno. Ji mirovahîya me bitirsin. Hûnê rojekê herin, em ê her tim li vir bin.
Dojeha ku di kitêbên pîroz de dihat tarîfkirin li vê dinyê ava kiribûn. Pisporîya îşkencekaran, ji pisporîya zebanîyan dojehên îlahî zêdetir bû.
Û dojeha ku ji dojehê dojehtir, li navenda Amedê, ji bo me ava kiribûn..