Ey newroz ey newroz
Tu yî cejna azadî
Bi xêr bê û gelek pîroz
Kurd te bi rihê xwe nadî
Te pir serê me hilda
Me bindestî nema dî
Kawa yek bû ji Kurda
Wî derba mezin danî
Şikand serê nemerda
Xwe ji bindestan deranî
Kurd namînê kêmketî
Cîhan tev de bi me zanî
Newroz tu bûka salê
Cejna Kurd û Kurdistan
Bila dijmin binalê
Tev rabin bikin dîlan
Û ala rengîn hildin jor
Bi gorî wê rih û can
Mijara herî mezin jî ewe ku: we ala yê hilda gel bibin pêş de.
Pirsgirêkekên me em ji dîrokê dernakevin. Dîsa derdê dîrokê em dijîn, em dîsa Mahabadê ava dikin, em dîsa gemîya Nûh ê tînin çîyayê agirî hwd. heta wext hat roja îro wextê me diqede.
Dîsa eynî senaryo yê pêş me tên dikin... Çi wext ala me pêşde here?