XEZAL DÎNÊ Dîlber dînê sibe bû ez xezal im ax lo rebeno lo narim deştê li minê, gidî kembera zêr û zîvî giran e ji eşqa dilê rezîl qêmîş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî, hewû zalimê gilî gazin û loma ji mi neke mi sond xwarî sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji teniștê bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi, gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê Xezal dinê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji șîr û șekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî gelî gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirin hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû hûn ji bona Xwedê șahde bin vê sibengê xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Sayfa 243 - NûbiharKitabı okuyor
Yıl, 1918... Kış erken inmiş bu sene Anadolu'ya.. Sert inmiş, acımasız inmiş.. Anadolu çaresiz!.. Anadolu yasta! Anadolu içler acısı haline ağlamakta!..
Sayfa 85
Reklam
TÊLÎ
Gidîno gava ez dimirim bibêjin Têlî Ez dişuştim bibêjin Têlî Kefen dikirim bibêjin Têlî Serê min dane ber tawan û şidêdan bibêjin Têlî Dame ser daran û darbesta bibêjin Têlî Bi rê xistin bibêjin Têlî Berê min dane qebr û qebristanê bibêjin Têlî Danîme qebra reş û tarî bibêjin Têlî Suwala akir nekir da bibêjin Têlî Tijî li ser çavê min axa sar dikirin bibêjin Têlî Pişta xwe bi min da dikirin bêjin qîza 14 salî, bûka rûbixêlî Heft salî da berdilka dilê min bû Tozek axa sar ra bû berdêlî
Rûpel 199
RIZGAN Û NURÊ
(Nûrê bangî Rizgan dike) Qoçanê birayê min rabiye ranebiye heftsaliya xwe da sekvan e şopê digerîne îzê tîne ser me ez ê rabim xwe berdime pêşiya Qoço bêjim: Qoço bi te kim, tu yê bi xwedê kî derbekî li bedena Rizgo nexîne Rizgo lawê apê te ye, yekê heyf e min tenya sacê li rûyê xwe daye bi destê zorê Rizgo aniye tu derbekî li bedena min gulîbira xwedê bixîne nav hevalan da ji te ra him nav e, him namûs e, ne tu şerm e..
r.174
Go delalîyo bihîstina min bihîstîye Tu li dû şêx û mela digerî. Qedera ku Xweda li jor neke Li jêrê bi kaxizê şêx û mela nabî serî
Ez gul im gula di zinêr de
Ê lê Gulê rebenê ezê gul im gula di zinar da hey waê ha hayê ha hayê eman hey waê gidî ez gul im gula di zinar da xelkê gulê xwe çinîne gula mi mabû li qeyayê asê li bêlanê bilind bi ser mi da sî û mêl û xwar da mi sond xwarî terka bejna zirav nadim heya serê mi nedin ber tawan û şidêdan bi destê mi negirin mi daneyne qebra reş û tarî qebra germ û sar da zalimê te ez xapandim ji par û pêrar da ê hey waê ha hayê eman hey waê hey waê, berxê heya dunya xweş ava be ezê ji te ra bibêjim heywaê felek fanî ye boş dunya ye bi gênciya xwe guven mebe emre ku çû nazivire bi şûn da nayê te ez dîn û har dikirim berdame rû dunyayê aqûbeta min û te va bû aqûbeta Mem û Zînê, Hesen û Belqîzayê sebrê Ûsiv û Zulêxayê Rebî mi ji te ra nego ne ez gune me Xwedao ne ez gune me şefaet li Resûlê Ekrem be, rihmet ji te be di kaviliyê gunda da ez qûl û evdê te me.
Sayfa 274 - Nûbihar
Reklam
Dilber dînê sibe bû ez xezal im ax lo rebeno lo narim deştê li minê, gidî kembera zêr û zîvîn giran e ji eşqa dilê rezîl qêmîş nakim hayê ax lo nadim piştê hewû rebeno gidî, hewû zalimê gili gazin û loma ji mi neke mi sond xwarî sed xençerê li min xin ezê ranabim ji kêlekê hû wî lo ji teniștê bê xezal hayê hê hê hê hê yî ye bi, gidîno xezala mi xeyîdiye hûy ax lo bi mi ra nayê sebrê gilî gazin û loma ji mi nekin çavê xezala mi li revê bû, dilê xezala mi li seknê bû tu bala xwe bidê him diçêre Rebiyo lo him dikayê Xezal dînê sibe bû ezê bê nexweş im ax rebeno li minê lo birîn neksê kesekê xwedanê xêra tunîni cewabekî bide xezala mi bi tenê melhemekî çêbike ji şîr û şekir lo ji arê kilsê hewû rebeno gidî, geli gundî cînarno temî û weyseta mi li we be ez nexweş im ez dimirim hûnê kefenê mi bibirin çîtê dêrê qîza ax lo filankesê hewara Xwedê bê xezal hayê hê yî gidîno xezala mi xeyîdiye hî lo mi ra nayê çavê xezala mi li bezê bû, dilê xezala mi li seknê bû hûn ji bona Xwedê şahde bin vê sibengê xezal him diçêre Rebiyo lo him dikayê.
Sayfa 243 - Nûbihar
Entaba Helebê ciyê weliya yi Kaviliya Mûşê ciyê feqiya yi Korta Bitlisê ciyê şêxan û mela yi Welatê Elaşgirê ciyê rêncberan û çifçiya yi Kûraniya Entabê ciyê axa û axalera yi Nav Hesena ciyê siwaran û rimbaza yi Kaviliya Milazgirê kûraniya aşa yi Nav Heyderan ciyê qizan û bûka yi Eledax mexelê hogeçan û miya yi Meskenê yêşîlbaşa yi Kosedax mîrê çiya yi Gilidax mexelê pezkuviya yi Sîpandax ciyê şehîdan û xaziya yi Belekê berfê heliya li etegê Bilêcanê mayi Enqere şewitî textê di paşa yi Sûra Diyarbekirê sertacî sûra yi Siwêrekê li me anî koka feqîr û fiqara yi Erziruma rengîn ciyê zozana yayle yi
WEY DIL - MÎRO
bira dilê rezîl bi dil be tûrê parsê li mil be parsa meriv li vir nebe li nava donzdeh duwalê ejnebî Ûrisan, li Alaman û Emirîkanê gêwir be parsa meriv birije tûrê merivayê qul be merû li ber dîwarê evda be xwirê meriv kerî nanê garis û jê di gilgil be berseriya meriv kevir be malxirabo ser raxa meriv gunî be bin raxa meriv postê jûjî be tek bira dêrisê gunda da dilê rezîl bi dil be
Kekê Xîyasedîn
"lê bira tu gula şêxan î bira biçûkê biran î bira xulîyê di şewqan î bira welatê xerîbê derdê pûçê bê derman î bira heya dunya xweş ava be keder û mereqa me hemîyan î bira"
301 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.