aryen

aryen
Yıldızlara koştuğu zaman uzun soluklu olmalı insan.
Dîlbera dil şadî
Ey bilbilê dilşadî hela , wer bike fîxan Derdê me girane ey bira , birîna me kûr e Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can Dengê te ye xweştir , ji ney û nay û bilûrê Sê hawe te deng , yek ji sira bayê siba ye Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e Karwanê me va bi rê ketî , lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me , ji her çar kenarî Warê me welat e ey heval , rêça me dûr e Çar hawîr me diz û keleş in , têk dane dijmin Me ji hev radiqetînin bir bi bir , heyf û mixa bin Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min Meydan e ji bo hirç û çeqel , gur zûre zûr e Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar Gorî te bim bilbil , ji serê darê tu wer xwar Da pêk ve mijûl bim , bi xwe çend rojên di dijwar Îro li me ferman e , li ser gerdenê şûr e Destê tewqyê îro ku em herdu bidin hev Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev Dinya bi xwe dewran e , bizan geh roj e , geh şev Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der Rewşen kirî Kurdistan ,bi carek wê seraser Nîşana sibê ye , fereca xêrê ne dûr e Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye
Müzik
Etimoloji Defteri
Mücellit Nedir ?
Ziman û Hebûn
Hevalno xwişk û birayên Ezîz wek hûn dizanin ku ez li ser zimanê kurdî dixebitim û heya ji min were jî dê ezê kar û xebatên xwe yên fermî bidomînin. Lewma Mirov kurdewariyê tenê nikare têke qada ziman û wekî ku tenê pirsgirêka me ziman be na . Jixwe pergala sîstemê jî wê tiştê dixwaze berê me bide ziman û qadên dinê li ber çavên me wunda bike û dema ku me niheqî qebûl nekirin ew dî wê bibêje " ê kanê we digot ziman û ziman a ji were ziman" hevalno ev nêzîkatî teqqez şaş e û xeter e . Hewceye em xwendina xwe li ser her qadên kurdî bikin û dengê xwe ji bona temamî qadan derîne.
Kurdî
Zarok, av û Jîyan
Li êlihê serdema germê dest pê kir jî.
Kurdî
BERXWEDAN JÎYAN E. Û EV NE GOTINEK JI RÊZÊ YE.
Kurdî
Hebûn û zanistî
Welat bi mirovên xwenda xelas dibe û jêre rêz tê girtin.
Kurdî