Zexm vekiriye çavên xwe stêrka gelawêj
Di rojên gewrindera serê bajarê silêmaniyê
Tofên jiyana şehîdan dixûyê li her derê
Xak tepisi ye bi hestên dilên serhildêr
Nêz bûye qulincên roja nû di Berbanga vejîna gelê min de
Govend e semawend e her çar pariyê warê min
Êdi dem hatiye
Diqelişe xaq mîna volqanekî bêsebir, bihêz û germ
Şîn dibe evînek li Silêmaniyê
Li bajarê serhildan û ronakiyê
Li warê berxwedan û baweriyê
Vîn dibe navê wê, VIYAN dibe
Ey viyan
Diherike dîrok di nav damarên hizrê te de
Û her kêliyê tu, bidengê şîmşala xemgîn, qêrîna zarokên sînema amûdê dibêjî
Ew bedenên ku bûne pêtên azadiyê
Di her helbestê tu, niştecîhên helepçê dijî
Ew laşên ku ser lorikên zarokan heliyayî
Tu dibî xendeya ser lêvên zarokên Amedê
Ewên pêxas, ewên hejar, ewên birçî û tiyê jiyanê
Te bi kesera dilê zarokên welatê min re hûnandiye hestên xwe
Te bi şîrê helalê dayîkên min re şûştiye ramanên xwe
Lewma VÎYAN
Lewma tu bûyî ala leyla çiyan