Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye.
Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî.
Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye
Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî tingûz dimeşe û biqede.
kes heye gelo bi birîna xwe nehese
dema tenê dimîne di bîreke sar de
an kes dibihîse ji bilî êşê
bêdengiya dilekî têkçûyî
helbestvên jî ji bîr kir ku
êş dirize di bêdengiyê de