Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
160 syf.
8/10 puan verdi
·
Beğendi
Sidîq Gorîcan berhema xwe a haîkûyan ( li gor derfetê zimanê Kurdî ) li ser hêmanên wî en sereke, xweza û kêliyé avakirye. Bi berga berhemê kû dîmenek ji biharê, destpêdike, kêlî bi kelî li xwezayê bi vegotunek xweru diherike û bi dîmena dawiya bergê a paziyê diqede . Hema bêje hemî haîkû wek dîmen ru didin. Niviskar zêdetir mila dide ser rêça Matsuo Başo, derdorê raçavdike ,guhdar dike û dike haîkû. Her haîkû dîmena wê kêliyê digire ( #238988138) û tenê tehma wê kêliyê vedibêje. Di haîkûya15( #239547483)û a 22. (#238987852) de şayesandinên nazenîn radestî xwînêr dike . Her wuha bi haîkûyê 32 ( #239547321) û 33(#239547547)dîmena kuçe û kolanên welat digire û dibin bîreke niviskî. Navê berhemê Gumbil e ku tê wateya kulilka darê a herî jor. Dîsa wek sernava naverokê Gupik bi Gubik Haîkû gotiye ev jê herî kêm wek navê Haîkûyan li haîkûyan hatiye. Berhem bi pêşgotina têr û tijî a cenabê Berken Bereh hê destpêkê de hevî dide xwêner. Ber ku, helbestvanê qedir bilind him qala cureya haîkûyan him jî qala haîkûyê Gorîcanî kiriye. Niviskar di destpêkêde haîkûyek ji yek jî ji avakerê rêzika haîkûyan Başo yek ji helbestvanê me yê hêja Berken Bereh û yek jî ji zargotina Kurdê xemilandiye. Bi îlutrasyonê Zozan Orak û wêneyan be him haîkû piştrastkirye him jî neşxeke nazenîn lê zêde kiriye Hûrgilî ew qas zêde û cîbicî ne wek tevnekî tingûz dimeşe û biqede.
GUMBIL
GUMBILSidıq Gorıcan · Dara Yayınları · 01 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
Bi dosyeyeke xwesh; Zimanê Kurdî: Quo Vadîs?(bi ku va diçî?)
Ji jimareke nû ya kovara Nûbiharê merheba! Di vê hejmarê de dosyeyeke bi navê hêja û xwesh; Zimanê Kurdî heye. Bi slogan ango pirseke xweş jî pêvek buye; Quo Vadîs? Yanê; bi ku va diçî? Wek ku edîtor brz.Suleyman Ç. Gotiye; dema ku gihaşte destê we ev hejmar, emê li pêşangeha kitêban a Amedê bin. Dema ku min evê hejmarê wergirtibû piştî çend rojan min jî xwe gihande fuarê.Gelek xwesh bû. Ev aliyek. Em bêne naverokê; Di vê hejmarê de; dosyeyeke bi pirseke xwesh heye; zimanê kurdî bi ku va diçî? Amedekarê dosyayê A.Încekan e, herwiha nivîsa wî jî heye, îbrahîm Bor bi navê Ziman hebûn e, J.Îlhan K. Tevfîk Bayram, Şehmus K. Reha R. , J. Boschenska, G.Haig, C. Schroeder bi nivîsên xwe dosyeyê xemilandine. Salih kevirbirî cardin bi hevpeyvînek hêja qala dengbêjek dike. Hevpeyvîneke din ji hêla Nihat Gultekîn ve derheq Prîskê Mihoyî ve hatiye amadekirin. Helbestvanên hêja; Berken Bereh û Rojen Barnas serî de helbestrêziya kovarê bi helbestên xwe yî dilgermkirinê xemilandine herwiha çend helbestên xwesh wek ya Kawa Nemir û li du wî heya dawiya rupela kovarê ji hêla helbestvanan ve rêz bûne. Rohat Alakom behsa Aslîka Qadir ku ji Kurdên Ermenîstanê ye dengbêjeke dengzîz e kiriye. Belê, min evê kovarê jî bi kêfxweşî xwend, pêşniyara min; kovaran, nexasim kovara Nûbiharê, ji serî heya dawî bixwînin lewra meriv nizane çi surprîzên xwesh têde derkevin ku meriv jê îstîfade bike. Hêviya hevdîtina hejmara nû.
Nûbihar - Sayı 165
Nûbihar - Sayı 165Nubihar Dergisi · Nûbihar Yayıncılık · 20231 okunma
Reklam
104 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
·
21 saatte okudu
BU KİTAP DA BENİM YASTIĞIMDIR, YUMUŞACIK!
Berken Bereh ismini daha önce hiç duymamıştım. Açıkçası bu kitabı da nerden gördüm, nasıl keşfettim hiç bilmiyorum. Sanki bir anda önüme çıktı ve alıp onu kucakladım. Berken Bereh 1954 yılında Şırnak’ta doğan bir Kürt şairdir. Şiirlerini de Kürtçe yazmıştır ve bu kitap da zaten bir çeviri kitabıdır. Şiir çevirileri hakkında görüşleriniz tam olarak
Kalbim Bir Yastıktır Aşka
Kalbim Bir Yastıktır AşkaBerken Bereh · Evrensel Basım Yayınları · 201221 okunma
80 syf.
8/10 puan verdi
·
35 günde okudu
Min kovarên bi Kurdî nexwendibûn heta neha , naye bîra min lê ez dibê hema yên tirkî jî min nexwendibûn:D Ev hêjmara vê yeke kevn e. Min got ezê biceribînim bê ka tiştekî çawa ye, wele xweş û baş bû;) Ji romana xweştir bi min hat xwendina wê:D Di beşekê de behsa sînor dike, sînorê Nisêbîn û Qamişlo.. Li wir hinekî dilê min êşa... Çend çîrokên dersdar hebûn, hinekî behsa girîngiya zimanê dayikê dikir... Di vê kovarê de helbestên van helbestvanan hene: Rojen Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Osman Îzol, Hasan Huseyin Çevik, Bro Omerî, Şaban Şenateş, Raîfê Bêçarê, Selîm Temo, Seyda Ronahî, Yilmaz Guney (Ji Tirkî: Receb Dildar wergerandiye), Cemil Telli, Mewlana Celaleddînê Rûmî (Ji Farsî: Hayrullah Acar), Kamran Simo Hedilî, Quda Arxwasî (Arêdok: Recep YÎGÎTBAY), Yilmaz Yalçin, Jiyan Ahmed, M. Emin Bozarslan, Ömer Faruk Çetinkaplan, Mehmet Öncü, Xewsê Hîzan (Seyîd Sibxetulah)-Xeyda (Ji tîpên erebî: Sîpanî), Şemoyê Memê. Ji ber ku ji helbestan gelekî hez dikim û bala min dikşînin min xwest navê helbestvanan binivîsim:d Zêde nizanim lêkolîna binivîsim ger me xeletî kiribin biborînin:))
Nûbihar dergisi - sayı 116
Nûbihar dergisi - sayı 116Nubihar Dergisi · Nûbihar · 20113 okunma
96 syf.
10/10 puan verdi
Di nav çend kitêbxwendinên curbicûrî de eva hejmara (164) têr û tuje jî bi derengî be jî :( qediya... Di vê hejmarê de gelek nivîs û helbestên xwesh hebûn. Hevpeyvîna S.Kevirbirî ku bi Şanoger Bînbaşê Axê re bi navê "Sovyet hilweşiya, çand û şanoya me jî pê re hilweşiya!" agahiyên balkêş û hevpeyvîneke balkêş kiribû. Ya ku bandor li ser min girte; rûpela 50 an de ku Felat Dilgeşî ji serpêhatiyeke N.Refoyî wergirtiye "Vîva Kurdistan" û di rpl.68an de çîroka Dûpişk a Y.Elagöz Herwiha a ku min kelegirî kiribu; rupela 74an de ku li ser erdheja 6ê Sibata 2023an li Semsûr de pêkhatiye de N.Kemaloğlu bi navê "wêranê Adiyemanê, wey anê,wey anê" serpêhatiyeke malbatê berfirehî 7 rupel de cih girtiye nivisandiye. Her wiha helbestên Berken Bereh,Rojên Barnas û M.E.Behmûrî jî gelek xwesh bûn. Ya rast, kovareke xweş û tuje bû. Hêviya şîroveyên hejmareke nû de...
Nûbihar Dergisi - Sayı 164
Nûbihar Dergisi - Sayı 164Nubihar Dergisi · 20232 okunma
104 syf.
·
Puan vermedi
helbest û rê
" ... dizanin ji mirinê zêdetir kirasê me tûneye li xwe kin ... " Helbest; ne tiştek tenê bo evînê, kêf û şahîyê tê gotin e. Hele di wêje ya me, bi seraser bi helbest û kilamên mirin û şînê tijî ne. Mamê Berken, helbestên wî diçe her alî. Wek ava zozanan; him têr dike, him tîbûnê diqedîne. Dil, pê barsivik û fireh dibe; mejî û mindal reş û sar bibe jî. " kû ez te derxim çi dimîne ji dîrokê çi dimîne ji vî bajarî" Hûn dikarin bidilê xwe rêhevalîyê hettan dawîyê Berken Bereh ra bikin; Bêrêh nîne, li rê digere. "ji her rêwîtîyek birînek ma ji te re ji her şevbûhêrkekê tama çîrokên tehl û her kû te xwest li xwe vegerî Bekoyekî serî hilda li ber serê te " Bi hêvîyan qirbûn a Bekoyan û Bekotîyê.
Pandomîm
PandomîmBerken Bereh · Avesta Yayınları · 201924 okunma
Reklam
104 syf.
·
Puan vermedi
·
18 günde okudu
Biraz kısa bir inceleme olacak ama ben kitabı beğenmedim belki de çeviri bir kitap olduğu için yazarın ifade ettiği kelimeleri Kürtçeden, Türkçeye çevirirken farklı bir anlam kazanmış olabilir çeviri okuduğum için görüşüm bu. Paylaştığım alıntılar ; #163004467 #161227411 #161228480 #161229039 #161230984 #161231828 #161232786 #161560724 #161561222 Keyifli okumalar
Kalbim Bir Yastıktır Aşka
Kalbim Bir Yastıktır AşkaBerken Bereh · Evrensel Basım Yayınları · 201221 okunma
112 syf.
·
Puan vermedi
ZEHF XWEŞE "ÊŞ", JAN, KOVAN
Berken Bereh helbestvanek zehf hêjayê Kurda ye ku hêja saxe. Sala 1954'an li Şirnexê hatîye dinê û hêja jî helbestvantî ya xwe didomîne. 9 hev pirtûkên wî helbesta hene. Hinek helbestên wî jî hatine wergerandin Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî. Û pirtûkên wî bi giştî di weşanxana "avesta" de çap dibin. Berî ku ez razêm min go
Êş
ÊşBerken Bereh · Avesta Basın Yayın · 2019114 okunma
19 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.