Min kovarên bi Kurdî nexwendibûn heta neha , naye bîra min lê ez dibê hema yên tirkî jî min nexwendibûn:D Ev hêjmara vê yeke kevn e. Min got ezê biceribînim bê ka tiştekî çawa ye, wele xweş û baş bû;) Ji romana xweştir bi min hat xwendina wê:D
Di beşekê de behsa sînor dike, sînorê Nisêbîn û Qamişlo.. Li wir hinekî dilê min êşa... Çend
çîrokên dersdar hebûn, hinekî behsa girîngiya zimanê dayikê dikir...
Di vê kovarê de helbestên van helbestvanan hene: Rojen Barnas, Berken Bereh, Sidîq Gorîcan, Osman Îzol, Hasan Huseyin Çevik, Bro Omerî, Şaban Şenateş, Raîfê Bêçarê, Selîm Temo, Seyda Ronahî, Yilmaz Guney (Ji Tirkî: Receb Dildar wergerandiye), Cemil Telli, Mewlana Celaleddînê Rûmî (Ji Farsî: Hayrullah Acar), Kamran Simo Hedilî, Quda Arxwasî (Arêdok: Recep YÎGÎTBAY), Yilmaz Yalçin, Jiyan Ahmed, M. Emin Bozarslan, Ömer Faruk Çetinkaplan, Mehmet Öncü, Xewsê Hîzan (Seyîd Sibxetulah)-Xeyda (Ji tîpên erebî: Sîpanî), Şemoyê Memê.
Ji ber ku ji helbestan gelekî hez dikim û bala min dikşînin min xwest navê helbestvanan binivîsim:d
Zêde nizanim lêkolîna binivîsim ger me xeletî kiribin biborînin:))