Berken Bereh helbestvanek zehf hêjayê Kurda ye ku hêja saxe. Sala 1954'an li Şirnexê hatîye dinê û hêja jî helbestvantî ya xwe didomîne.
9 hev pirtûkên wî helbesta hene. Hinek helbestên wî jî hatine wergerandin Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî. Û pirtûkên wî bi giştî di weşanxana "avesta" de çap dibin.
Berî ku ez razêm min go ez ji vê pirtûka wî çend helbest bixwînim û hêja razêm lê mamoste Berken Bereh nehişt ku ez razêm, wekî avê diçûn helbestên pirtûkê û ez nikarî bûm ji destê xwe deynim heta ku min neqedand. Û vayê hûn dibînin min pirtûk qedand îcar ez lêkolîn dikim. (Se'et 2:26 yê şevê)
Di vê pirtûkê de 66 hev helbestên wî hene. Çend hev helbest ne tê da helbestên wî dina zehf kin in. Wekî ji navê pirtûkê jî tê fêm kirin helbestên vê pirtûkê bi giştî li ser êş, Jan û kovanî yê hatîye nivîsin. Ez dibêm ji ber wê min zehf ji vê pirtûka wî hez kir. Bêrî vê pirtûkê jî min pirtûka wî bi navê "Şagirtên Evînê" xwendibû lê ew pirtûk wekî vê pirtûkê xweş nebû ji bo min. Di pirtûkê de helbestên li ser şexsîyetên Kurd ( Memduh Selim û Ahmet Kaya ), komkujîna li ser Kurda ( Helepçe ), li ser evînê, li ser zarokatîyê, li ser sîruşt ê hatine nivîsîn lê bi giştî jî wekî min got êş, jan û kovanî derbas dibe di helbestên vê pirtûkê de.
Zehf û zehf xweşê min çû helbestên vê pirtûkê. Ez divêm yê xweşê we jî herin ev helbest. Û kî bixwaze zehf jêgiranên xweş jî derbas dibin di pirtûkê de. Bi zimanekî sade, hêsan û xweş hatine nivîsin ev helbestên pirtûkê.
Pirtûkên helbestan tim û daîm pêşnîyar dikim çimkî carînan mirov dil teng dibe û tiştê mirov nikare bîne ziman helbestvan zehf xweş tînin ziman. Îcar helbestvan jî yekî ji me be. Hahoo!! ji tama wan helbestan mirov têr nabe. Teqez bixwînin ez divêm tiştê hûn dixwazin bînin ziman û hûn nikarin bînin ziman, mamoste Berken