Dem dema we ye tilîno, bigerînin qelemê!
Ser rûpelan da ji bona birijîne hîkemê
Îro behar e gul û bulbul bi hev ra bûne cot
Binvîsînin bê hedan rakin ji dil derd û xemê
Rojekê tê can ji cûf , qelem ji tilyan diqete
Her wekî Leyla ji Mecnûn , Zîna Cizîrê ji Memê