Li qadan Ristemê zal im bi derbekê neyar dimalim
Hema ber te nalenal im, ger tu nebî ez bê hal im
Li Zagrosan Zerdeştê kal im, Şêx Âdî re zimanê hal im
Bêkesen re tev war û mal im, ger tû nebî ez bê hal im
Dest saqî de ez bade me, derwîşan re meyxane me
Rûken im û dil seqe me, ger tu nebî ez bê hal im
Ermenistanê de Şêx Sen'an im, bîrê de Ûsivê Ken'an im
Ye'qubê korê 'eynan im, ger tu nebî ez bê hal im
Di şerê zorda ez serdar im, 'Elî me tirsê nezan im
Ber pencê te ez lerzan im, ger tu nebî ez bê hal im
Xwedê tu yî ez 'evdal im, rehman tu yî gûnehkar im
La teqnetû¹ hêvîdar im, ger tu nebî ez bêhal im
Heval Qadri ez Dilxwîn im, bi çar cavan xwîn dirjînîm
Ya Rab! Bibexşîne hêvîdar im, ger tû nebî ez bê hal im