Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
96 syf.
10/10 puan verdi
Dosya: Medyaya Civakî
Ji jimara 166an a kovara Nûbiharê merheba! Wek pêşgotina edîtorê kovarê brz.Suleyman Çevîk gotî; ez jî gelek bextiyar û şanaz im ku bi xwendineke serûbinî a kovarê li pêşberî we me. Belê, di vê jimarê de jî dosyayeke têr ê tuje amade kirine, navê dosyayê wek sernav de min nivîsiye; "Medyaya Civakî" ye. Dosya bi edîtoriya Ahmed Kanî
Nûbihar Dergisi - Sayı 166
Nûbihar Dergisi - Sayı 166Nubihar Dergisi · Nûbihar Yayınları · 20243 okunma
100 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Çok değerli bir kardeşimin yıllardır emek emek ilmek ilmek işlediği o güzel yüreğinden kaleme aldığı ilk kitabı okuyucuyla buluştu. İçeriğinde Kürtçe ve Türkçe şiirleri barındıran bu kitap yazarın yaşamına sığdırdığı anıları toplumsal bir pencereden halkların kardeşliğini de ele alarak güzel bir eser var etmiştir. Şimdiden keyifli okumalar..
Helbest Û Şiir
Helbest Û ŞiirYakup Kayan · Nas Yayınları 64 · 20231 okunma
Reklam
100 syf.
·
Puan vermedi
·
14 günde okudu
Min pir ne eciband
Hevalno xwendinê baş û tehma pîrtûkan zêde bibe (silav ji we re). Min her tim stranê wê guhdarî dikir, dengek xweş û helbestên maaf gelek hene)) Li gora min Mem; pir xweş nivîsandin nekiriye. Çima? Gelo mîna ku stranê dibêje pir nîvço maye hinek helbestan. Tehma welatê min pir nehat, ez sîrûcê me behsa wir tûneye (heke ku derbas bûya) xwazî hinek di şiyar bibe ser nivîskarê, helbest rind derneketine, Dîsa jî ser helbestê Kurdî xweşe Xwendina baş ji we re xwendekarno.
Quling Ewr û Ba
Quling Ewr û BaMem Ararat · Zîz Yayınları · 202377 okunma
592 syf.
·
Puan vermedi
Bakurê Helbestê Antoloji
Arjen Ari geniş kapsamlı kürt siirinin tarihinden gelerek sonrasında yakin zamandaki bir çok şairden şiirler toplamıştır bu kitabında. Herkesin şiirinden tadlar bulacağınız bu kitabı tavsiye ederim.
Bakûrê Helbestê Antolojiya Helbesta Bakûr
Bakûrê Helbestê Antolojiya Helbesta BakûrArjen Arî · Evrensel Basım Yayın · 20127 okunma
78 syf.
·
Puan vermedi
Hevalcan:)
Tu mirovekî çi mîkemmel î:) Ez pesne mirovatiya te bidim an jî pesne helbestvaniya te bidim nizanim. Tişta ku ez zanim tu ber dilê min gelek şîrîn î. Ev pirtûk, pirtûka te ye duyemîn e. Wekî pirtûka xwe ya din, te di vê pirtûkê de jî bi zimanê xwe yê efsûnî gelek helbest nivîsandine. Dizanim ku tu yê di helbestên ku tu dixwazî di paşerojê de çap bikî yê gelek baş bin û em ê bi kêfxweşiyek mezin bixwînin. Çavê min helbestên te Kurdî ne. Ez bawer im ew helbestên te jî gelek cindî ne:))
Bawer Aydın
Bawer Aydın
Yaşıyoruz Birbirimize Değmeden
Yaşıyoruz Birbirimize DeğmedenBawer Aydın · Ange Yayınları · 20233 okunma
150 syf.
8/10 puan verdi
Hevnaskirina Selîm Temo re 4
Ji kitêbeke Selîm Temoyî cardin merheba!... Ev kitêba ku min xwend de wek navê pirtûkê de jî hatiye diyarkirin li ser navê 112 hespan da helbest hatiye nivisîn û dawiya kitêbê de bi navê "Xezela Sim û Pîkolan" xezelek sêzdeh rûpelî cih girtiye. Ya rastî, destpêka xwendinê de ez pê tênegihiştim ka ev çima behsa navên hespan dike, lê her helbesta ku min xwendî de navê hespê dide û di dawiya wê de binnîşe daye ka ev navê hespê bo çi/kî ye ku meriv karibe ka ev çîroka helbestê ji ku hatiye bizanibe. Her çîrokeka hespekê heye, her siwareke wê taybet in. Bi giranî be jî min rêzehelbestên Selîm Temoyî xwendin. Hêviya helbestên din... Wek sloganek awamî be; Helbest hest in, evîn e, evîna welêt e, evîna beza hespê ye evîna kesan e helbest jiyîn e... Bimînin di xweshxwendinê de...
112 Hesp û Xezelek
112 Hesp û XezelekSelîm Temo · Dara Yayınları · 202311 okunma
Reklam
72 syf.
10/10 puan verdi
·
Beğendi
Deftera helbestvanê cîwan li ser janake zirav qetaye. Helbest bi zimanê "xwe/ez" hatine lê kirin. Her çiqas diltengiyek hênûn hêmana serekebe jî . Hêviyek hertim heye, ewrê helbestvan ji bo keskesorê bibîne xwe daqul dikir, û ev hêvî û hewildan bê navber hure hur meşiya. Bi destnîşan kirina Poe, Neruda û hwd de berê xwêner dizivirîne helbesta cîhanê, û bi remzeyê xwe ên nazenîn ve xwêner ji Arjen Arî, Cegerxwîn naqetine. Ziman fireh û devokiye. Şêwaz nûjen e. Bi min remzên herî nazenîn, helbestên herî dil ên netewîbûn. Ew zilm û zordarî,ew bişavtina bi salan. Wek "navê xwe nezanîn" , "Hindakirina navê xwe" û " Zimanê Stenbolê" lêkiriye. Bê' y ajîte bike, hure hur lê dike. Her wuha remzên çandî û mitên Kurdî jî hebun. Bi çîroka kalikê xwe destê xwener digirê û divê wan rojên bi çîrok. Ê helbet bê Tivîlka /Teyrê Heftbask nedi bû. Nivîskarê cîwan xeleka helbestê a Arjen Arî a sala 2023 wergirt. Dema pirtuk diqete. Xwenêr divê ev xelat ji te xweş helal be xorto.
Deftera Qetayî
Deftera QetayîRêzan Diljen · Sor Kitap · 20234 okunma
168 syf.
9/10 puan verdi
·
Beğendi
'EZ SOND DIXWIN EZ EDÎ NEBIM KURD"(r.104)
Deqe çîrok an jî çîrokên dapalandî. Edebiyata cihanê de her çiqas cureyek nû be û hîn pênase lap nehatibe kirin jî em dibinîn kû zargotina Kurdî de ev cure berê de hebû. Di nava gel de him bi forma deqa him jî bi forma diyalogan çîrok hatin dapalandin û kurte kurt dihatin gotin.Çîrokên vî teşeyî en Kurdî Mele Mehmudê Bazidî (1797,1867) bigire
Lîlav
LîlavWeysel Tirpan · Avesta Yayınları · 201620 okunma
88 syf.
·
Puan vermedi
·
21 saatte okudu
Helbestên Ne Êş-Hez !
Heskîf bûye birîna me: Heskîfê, wî bajarê rûhanî ku li ber piyê minareyên eyûbiyan di nav dilê ehda ne de wek kevirekî narincî razayî (r.69) Birîn û êşa sedan sala heye lê ne bi zimanekî 'êş-hez' e , helbestî û têra xwe wêreke. "Xwedayên me mê bûn, Dê bûn (r.27)
Bîra Birînê
Bîra BirînêFatma Savci · Avesta · 20116 okunma
104 syf.
10/10 puan verdi
Ji sefera şi`rên Qedrî Sipranî...
Ji pirtûkeke helbestîn merheba... Ev kitêb bila bibe yekem pirtûka ku min 2024an de xwende... Helbest û helbestvanê vê kitêbê nûpinû û gelek ciwan e. Min evê kitêbê bi destnîşankirî ji dest nivîskar/şa`ir Qedrî li pêşangeha Ameda rengîn wergirt. Naveroka kitêbê; bi çar beşî wek bi navê "hêwirgeha yekem,duduyan,sisêyan û çaran" pêk tê. Helbestvanê hêja, peyvan gelek bi edebî û rengîn helbesta xwe de rêz kiriye. Ne hewceyê helbestên ku min ecibandiye rêz bikim lewre jî çiqas ji dil û dest hate min li vir parve kir. Hezkiriyên helbestan fermo, bifermin evê kitêbê werbigrin û bi hilmekê de bixwînin. Bimînin di xwendinên xwesh de.
Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha
Ji Sefera Şi’rekê Têm NihaQedrî Sipranî · Nubihar Yayınları · 20232 okunma
Reklam
80 syf.
8/10 puan verdi
Hevnaskirina Selîm Temo re 3
Silav ji kitêba Selîm Temo ya sêyem ku min xwende... Ev kitêba Temoyî ku bi sê beşan pêk hatiye, ji yên li dû mayî du ast xwesxwendinek da min. Lewre jî min navbera xwendina kitêbên din yên lêkolînê de rojekê de xwend. Helbestên ku min di nav van du beşan de pêk hatiye de eciband/hez kir evana ne ; Ya herî xwesh ku min berê jî guhdar kiribû û min hestiyar kiribû; "Ey Dil". Li dû wê; "Agahiya Zindî," "Beyta Dilo," "Çima Ez," û ya dawiya kitêbê helbesta wî ya ji sala 1994an de nivîsandiye "Dîsa" û "Gor" bû. Heya kitêbeke din bimînin xweshxwendinê de.
Sê Deng
Sê DengSelîm Temo · Dara Yayınları · 2021156 okunma
100 syf.
10/10 puan verdi
Mem ararat...
Ji kitêbeke nû hêj germ û gelek ciwan silav... Ez serî de li xwe mikûr bêm kû eva cara yekem e ku kitêbekê, rojekî de bi dilxwazî dixwînim... Mem Ararat, wek hun dizanin stranbêjekî dengzîz û kurdewarekî hêja û zimanaxiviya xwe de herikbar e. Ne hewceyê pesnê deng û kesayetiya wî bikim lewre wî jî silavek da qada helbestvaniya pirtukî... Belê, kitêba wî ya yekem bi navê "Quling Ewr û Ba" beriya çend rojan ji weşanên Zîz'ê der çûbû. Ez jî wek çend xwînerên bişans bi kampanyayeke îmzeyê kitêba xwe da îmzekirin û bidest xist. Kitêb; ji sê beşan pêk tê. Yekem de 9 helbest û çendên wê bi deng û muzîka Mem bûne stran. Ji vê beşê helbesta "ji êvareke Amedê" gelek min hestiyar dikir û dubare bandor li ser dilê min de hişt. Beşa duyem de 5 helbest hene li vir jî yên bûne stran hene, helbesta "Ez û Tu" bandor li ser dilî girt... Beşa sêyem de bawerim wek navê beşê gotiye " çend gotinên li dû stranan e, ji niha re" de gish albûma muzîka wî de cih girtine. Ji van jî yên ku ez ji guhdarkirina wan hez dikim û xwendina wan de jî hestiyar bum; Xaçirek,Li ser çavan,Koçer,keziyên yarê,rindê... bûn. Bi van agahî û hestên xwînerî ez dubare,beşdarbûna nivîskariyê a Mem Araratî pîroz dikim..hêviya'm helbestên nû wek kitêb çap bibin. Li me xwîneran pîroz be
Quling Ewr û Ba
Quling Ewr û BaMem Ararat · Zîz Yayınları · 202377 okunma
80 syf.
4/10 puan verdi
Hevnaskirina Selîm Temo 2
Silav ji kitêba Selîm Temo ya duyem ku min xwende... Wek me ya yekem de gotî; Temo, di vê kitêbê de jî wek beş helbestan rêz kiriye. Ya rast, min ji vê kitêbê hesteke xwesh an xwendineke herikbar hîs nekir. Nizanim bo çi lê ez gelek rawestiyam. Ez dikarim du helbestên wî beşa yekem de rêz kiriye bibêjim. Yekem; wek hun dizanin navê kitêbê lê kirî ye; "Pûnga li bajêr", a duyem; "nizanim bêjim de bi xatirê te"... Yekem de belkîm min meha payîzê de xwendiye û hestən payîzî têde bun loma, ya duyem de jî heman hestən evînî ku wê demê de dest pê kiribû ku min nedikarî bêjim bi xatirê te... Ev kitêb jî bi van hestên teng û kurtehîs qediya. Bo xwendina sêyem min ji ber vê kitêbê navber da, de ka heya kengê nizanim.
Pûnga Li Bajêr
Pûnga Li BajêrSelîm Temo · Dara Yayınları · 202159 okunma
122 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.