Bêhna baranê ji te tê, Li min bibare ez bihar im... *** Yağmurun kokusu geliyor senden, Yağ üzerime baharım ben...
Raweste Raweste Ev bihar ne ya min û te ye Ma nayê bîra te gava ez zarok bûm Min rûyê xwe disipart rûyê te Raweste. Biqasî perperokek perîkên xwe sêcaran biçirpîne Demên min pir ji te hez dikir bîne bîra xwe
Reklam
çîyaye bêxêr di her berbangê de silavek şermok derdixe ji pêsîra xwe û ramûsanek ji dil dişîne ji cûdî re ne keştiya nuh hewandibû bêxêr ne jî bûbû stargeh ji şoreşgerekî re keştî bi bayê jiyanê herikîbû cûdî gerîla bi evînek azad meşiyabû jiyanê li ser vî çiyayî jîn da jiyan li vir hat dorpêçkirin li vir birîndar bû lê dîsa û careke din jiyanê li ser vê axê birînên xwe kewandin û careke din kulîlk veda azadî li vir li cûdî li botan û dê careke din govend were girêdan li vir li Kurdistanê di demsalek biharê de di rojek Newrozê de...
Sayfa 121 - AryenKitabı okudu
Bihar xweşe çaxê gula Çaxê kulîlk û sinbilan.
anha şênahî, anha bihar, anha havîn… min bibihîse ku bila berf nebare rûyê bavê min ...
Ro, ronahiya rojê, tîrêjên ronî. Germahî. Geşî, xweşî. Bihar, dilşahî. Dinya dikene, ax dinale, sar, seqem dihele. Av vedije, Dîcle hişyar dibe. Bîhn, ax, herî, dar, ber, gul, kulîlk. Dinya vedije. Av, avzê, kahnî, co û çem. Ji dahl, daristan, zinar, çiya. Ji herderî, ji jêr, ji jor, ji çarmedor. Av, Dîcle. Dîcle vedije, Dîcle har dibe. Ro û Dîcle. Tav û av. Tîrêj û pêl. Bi hev re, di nav hev de. Dîcle dibiriqe. Dîcle diçirise. Dîcle distrê. Dîcle dibêje.
Mehmet Uzun
Reklam
602 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.